‘Em ê heta dawiyê li bendava Tişrînê bin’

Çalakvanên li bendava Tişrînê diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê heta dawiyê li bendavê bin.

‘Em ê heta dawiyê li bendava Tişrînê bin’
30 adar, 2025   10:33
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bendava Tişrînê ku 8`ê Çileyê dest pêkir, bi coşeke mezin dewam dike.

Têkildarî nobeta ku li bendava Tişrînê çalavanên nobet li bendavê girtiye, ji ajansa me re axivîn.

‘BI TOBARANAN VÎNA GEL NAŞIKÊ’

Ebdulrehman Şêx Demir destnîşan kir ku ev cara duyemîn e ew nobetê li bendava Tişrînê digire û wiha qala çîroka xwe ya li bendavê kir: "Dema ku em ber bi bendavê ve bi rê katin, konvoya me di çerxerêya bajarê Sirînê de ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefgirtin û tobarankirin. Ruxmî tobaranên dewleta Tirk vîna gel neşikest, gel bi biryardarî gihaşt bendavê."

Şêx Demir da zanîn ku tevî ku erebe hatin defgirtin, birîndar û şehîd çêbûn jî, lê israra wan dewam dike û got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu carî ji berxwedana xwe paşve venegeriya. Gelê li bendavê bi slogana `Berxwedana jiyan e` bersivê dide êrişan. Dema ku em tên ser bendavê rihê berxwedanê dikeve dilê me, mirov tu carî li bendavê tirsê hîs nake, tirsa mirinê tê şikandin. Bi kal û pîr tevî sermayê jî bi gopalên xwe hatin bendavê da ku av, ax û rûmeta xwe ji dijmin biparêzin.”

` GEL BI HÊZ Û BAWERÎ XWE GIHAND BENDAVÊ`

Endamê Meclisa Edaletê ya Kantona Firatê Ibrahîm Mislim got ew bi coş û moraleke mezin berê xwe didin bendavê û wiha pê de çû: "Îrade dihêle êrişên dagirkeriyê têk biçin. Gelê me yê herêmê ji 8`ê Kanûna 2024`an ve bi coş û moraleke herî mezin nobetê li bendava Tişrînê digire. Dema ku me di konvoya duyemîn a kantona Firatê de berê xwe da bendavê, em di rê de 4 caran rastî tobaranên dewleta Tirk a dagirker hatin. Lê dîsa gel bi hêz û baweriyeke herî mezin gihaşt bendavê."

`BERXWEDAN DÊ DEWAM BIKE’

Îbrahîm Mislim da ziman ku di cîhanê de qedexeye ku ombulans û sivîl werin hedefgirtin lê dewleta Tirk hemû qanûnan binpê dike û got: "Me li bendavê bi israra xwe ya herî mezin, bi têkoşîn û berxwedaneke herî mezin, me nobeta xwe li bendavê digirt û israra gel ya berxwedanê dê dewam bike heta ku digihêje armanca xwe."

Mislim di dawiyê axaftina xwe de wiha got: "Ev cara sêyemîn bû ber xwe da bendavê, me israra berxwedanê ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dinyayê re isbat kir ku gel wê berxwedana xwe bedewam bikin heta dawiy û ew tu carî bi paş ve nakişin."

`GEL BI DÎLAN Û STRANÊN XWE BERSIVÊ DIDE DIJMIN`

Berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê ya kantona Firatê Bedîa Miho jî wiha axivî: "Bi rihê şerê gel ê şoreşger ku çawa niha gel bi hêz û beweriyeke herî xurt berê xwe didin bendavê ji bo av, axa û enerjiya xwe biparêzin. Gel tevî êrişan jî berê xwe didin bendavê. Em dema ku li bendavê nobetê digirin bi dîlana azadiyê û stranên xwe yên şoreşgerî bersivê didin dijminê hov.”

Bedîayê destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê berxwedana xwe berdewam bikin û wiha got: "Berxwedan û têkoşîna li bendavê di dîroka cîhanê de hat nivîsandin. Berxwedana gel li bendava Tişrînê ji bo ku av û axa gel nekeve bin destê dijmin e. Em ê her tim li ber xwe bidin û wê her tim serkeftin para me be. Bendav bendava me ye û em ê her tim xwedî lê derkevin.”

ANHA