DYA’yê li Somaliyê êriş bi ser DAIŞ’ê

Artêşa DYA’yê li herêma Puntland a Somaliyê êrişî çeteyên DAIŞ`ê kir û di encamê de hejmarek çete hatin kuştin.

DYA’yê li Somaliyê êriş bi ser DAIŞ’ê
30 adar, 2025   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya DYA’yê ya Afrîkayê (AFRICOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku duh li herêma Puntland a Somaliyê di êrişeke hewayî ya hêzên wê de hejmareke çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê êriş bi hevkariya hikumeta Somaliyê li devereke li başûrê rojhilatê Bosaso û Puntland a bakurê rojhilatê Somaliyê hat kirin. Hate diyarkirin ku di encama êrişê de hejmareke çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û tu zirar li sivîlan nebû.

Hêzên DYA’yê di Sibatê de êrişên hewayî li Somaliyê li dijî DAIŞ’ê pêk anîbûn. Rayedarên Puntlandê gotibû çeteyên sereke yên DAIŞ’ê hatine kuştin, lê hûrguliyên zêdetir nedabûn.

(bb)