Di roja 6’an de şanoya ’Çakûç’ hat pêşandan

Di roja 6’emîn a Festîvala Şano ya Mîtan de şanoya ’Çakûç’ hat pêşandan.

Di roja 6’an de şanoya ’Çakûç’ hat pêşandan
Di roja 6’an de şanoya ’Çakûç’ hat pêşandan
Di roja 6’an de şanoya ’Çakûç’ hat pêşandan
Di roja 6’an de şanoya ’Çakûç’ hat pêşandan
16 ÇILE, 2024   17:46
ŞEHBA

5’emîn Festîvala Şanoyê ya Mîtan bi dirûşma "Veger nêz e, em bi hêvî ne" di roja xwe ya 6’emîn de dewam dike. Festîval  ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê ve li Hola Mîtan a li navçeya Ehdasê ya Şehbayê hatiye organîzekirin.

Bi beşdarbûna bi dehan kesî şanoya ’Çakûç’ hat pêşandan. Şanoya ’Çakuç’  ji aliyê 5 şanogerên Koma Şehîd Yekta ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê hat lîstin.   

Nivîskarê şanoyê Simko Cûdî ye û Cîb Muşîd derhêneriya wê kiriye.

Şanoya 'Çakuç' balê dikişîne ser desthildariya li ser xaka Kurdistanê û berxwedana gel a ji bo pêkanîna edalet û demokrasiyê.

(zş)

ANHA