′Em ê bi berxwedana şervan  û fedakariya şehîdan xwe bi ser bikevin′

Şêniyên kantona Minbicê sersaxî da malbata şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Elî El Efrît û soza domandina berxwedan û bilindkirina asta têkoşînê li dijî dagirkeriya Tirk heta rizgarkirina deverên dagirkirî û pêkanîna wekhevî û edaletê, da.

31 kanûn, 2023   16:55
MINBIC

Bi dehan şêniyên kantona Minbicê û endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantonê, xet û meclisên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan û rêxistinên civaka sivîl û Meclisa Leşkerî ya Jin, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya kom bûne û sersaxî da malbata şehîd Elî El Efrît. Konê sersaxiyê li gundê Ras El Eyn El Hemir ê li başûrê kantonê hate vedan.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Nîzar Cawîş axivî û  got: "Bajarê Minbicê çavkaniya leheng û fedakaran e; wan fedakarên ji bo ewlehî û aramiya gelê xwe canê xwe da."

Li aliyekî din endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed El Mihemed wiha axivî: "Şehîdên me pêşengên me û roniya şoreşa me ne; şoreşa gelên azad. Em bi şehîdên xwe bi pêş dikevin û civakeke demokratîk ku nayê têkbirin ava dikin. Em soza şopandina rêya şehîdan didin."

Her wiha, endamê Meclisa Xeta El Muhteriq Muaz El Hac destnîşan kir ku şehîdan bedenên xwe kirin pir da ku gel bigihîje azadî û xelasiyê û wiha got: "Em ê bi berxwedana şervan û fedakariya şehîdên xwe bi ser bikevin."

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a kantona Minbicê Sîham Hemo jî wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên hovane li dijî gelên herêmê, hemwextî pîrozbahiyên sersalê dewam dike, lê belê îradeya me xurt e û ev êriş îsrara me ya domandina berxwedan û têkoşînê ji bo parastina destkeftiyan û rizgarkirina deverên dagirkirî, mezintir dikin."

Merasîm bi siloganên "Şehîd namirin" û "Bi can bi xwîn bi te re ey şehîd" bi dawî bû.

(mh)