’Em bi ruhê Newrozê li Bedava Tişrîn û Pira Qereqozaqê li ber xwe didin’

Şervanên YPG û YPJ'ê diyar kirin ku ewê bi kelecana 8’ê Adarê Newrozê jî pêşwazî bikin û wiha gotin: “Emê bi ruhê Newrozê  li Bedava Tişrîn û pira Qereqozax Ji bo axa xwe şer dikin.’’

’Em bi ruhê Newrozê li Bedava Tişrîn û Pira Qereqozaqê li ber xwe didin’
16 adar, 2025   10:13
QEREQOZAX
ISYAN HOGİR

Şervanên YPG û YPJ'ê ku Newroza îsal li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin û bi ruhê 8’ê adarê we Newrozê pêşwazî bikin û ji ajansa me re axivîn.

Helbest Kobanê şeravna yekîneyên parastina jin YPJ’ê têkildarî Newrozê ya sala 2025’an destpêkê li Serokatî û hevalên şehîd pîroz kir û da zanîn ku wê ev sal bibe sala azadiya fêzîkiya ya Rêber Apo û hemû gelan û wiha domand: “Neworza îsal wê bibe neworza berxwedaniyê û bi awayekî coş were pîrozkirin.

Helbest Kobanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:’’Hevalên me yên ku niha di çeperên şer de li pira Qereqozax û Seda tişrînê berxwe didin pîroz dikin. diyar kir ku wê Neworza îsal bibe Neworza azadiya fêzikî ya Rêber Apo.”

Helbest Kobanê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ser ziman: “Em di wê baweriyê de ne ku em ê newroza îsal bi Rêber Apo re pîroz bikin û wê ev newroz bibe newroza tevahî gelên bindest’’

‘’Bİ RUHÊ 8’Ê ADARÊ EMÊ NEWROZÊ PÊŞWAZÎ BİKİN’’

Şervana YPJ’ê Sîmav Dêrik Newroz li tevahî gelan û Rêber Apo pîroz kir û got: “Em jî weke şervanên YPJ’ê ku di berxwedaniyê de cihê xwe digrin hem nameya ku Rêber Apo ya ku di 8’ê Adarê de ji bo tevahî jinan rêkir me bi kelecaneke mezin pêşwazî kir.”

Sîmav Dêrik di berdewamiya axaftina xwe de wiha tîne ser ziman : “Em wekî jin hêza ku me ji nameya Rêbetî gitiye kelecan wê û perspektîfên nû yên ku Rêbertî daye me jinan çawa ku me 8’ê Adarê bi heybet pîroz kir em ê bi kelecana 8’ê Adarê Newrozê jî pêşwazî bikin.

Sîmav di dawiya axaftina xwe de wiha tîne ser ziman: “Çawa ku kawayê hesinkar beriya vê bi hezaran salan agirê serkeftinê bilind û geştir kir em jî weke YPJ’YPG’QSD’ê bi wê ruhê azadiya fêzîkiya ya Rêber Apo û hemû gelên bindest misoger bikin.’’

‘NEWORZ ROJA BERXWEDAN Û TEKOŞÎNÊ YE’

Şervanê YPG’ê karker Reqqa ya ku ji netewa Erebe ye jî newroz li hemû şehîdên şoreşê û Rêbert Apo pîroz kir û wiha got: “Dîroka ku ji kawayê hesinkar despêkir û bi ruhê Mezlûman bilindtir bû ji wê demê û heya roja me ya îro Neworz bi şîara berxwedan jiyane tê pîrozkirin. Ev gotina ku Şehîd Mezlûm dibêje berxwedan jiyane emê jî bi wê berxwedaniyê tekoşîna xwe bilintir bikin.

karker Reqqa diyar kir ewê berxwedana li Bedava Tişrîn û pira Qereqozax ya bi pêşengtiya hevalên jin tê meşandin. Ji bo gelê xwe û welatê xwe ji bindestiyê xilas bikin em şer dikin û ber xwedidin.’’

Karker Reqqa di axaftina xwe de wiha tîne ser ziman: “Bi taybet piştî ku nameya Rêber Apo ji mere hat weke QSD’ê û YPJ’ê çawa van rojan pêşwazî bikin di heman demê de 8’ ê Adar û Neworz rojên berxwedan û tekoşînê ye.’’

karker di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rêber Apo bi felsefeya Netewa Demokratîk ya ku hemû gelan di tine gel hev û di dawiyê de em gelê Kurd Ereb û hemû gelên din vê rojê pîroz dikin û wê ev roj bibe roja serkeftinê.’’

‘’Newroz ji bo hemû gelan pîroze’’

Şevanê YPG’ê Nîdal Egîd ya ku diyar kir ku ev Newroza hêviyê ye gelên bindeste hem jî ji bo hemû hevalên ku cihê xwe di berxwedaniyê de digrin wê ev sal bibe azadiya fêzîkiya ya Rêber Apo.”

Nîdal Egîd di dawiya axafitna xwe de wiha tîne ser ziman:’’hêza ku me ji Rêbetî girtiye wê bibe hêviya herî mezin ya ku emê li ser jiyan dikin wê ev Newroz bibe azadiya fêzîkiya ya Rêber Apo û hemû gelên bindes.” 

ANHA