'Tirkiye di komkujiyên li dijî şêniyên Kobanê de bi DAIŞ'ê re hevkar e'

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destnîşan kir ku êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê wek êrişa çeteyan a li dijî herdu taxan e û siyaset û armancên wan yek in. Her wiha wan diyar kir ku yekbûna gel bi hêzên leşkerî re û bilindkirina asta têkoşînê dê planên dagirkeriyê têk bibe û got: "Tirkiye di komkujiyên li dijî şêniyên Kobanê de bi DAIŞ'ê re hevkar e."

'Tirkiye di komkujiyên li dijî şêniyên Kobanê de bi DAIŞ'ê re hevkar e'
14 îlon, 2024   03:10
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker ji bo şerê li dijî Kurdan û projeyên wan li Kobanê, di 15'ê Îlona 2014'an de DAIŞ bi kar anî. Di şerê xwe yê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jî çeteyên xwe bi kar anîn. Herdu hewldan jî bi saya îradeya gelan, berxwedana şervanan û fedakariya şehîdan hatin têkbirin.

Bi nêzîkbûna salvegera 10'emîn a êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê re, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ên Helebê ji ajansa me re diyar kir ku li dawiyê rastî bi ser dikeve her çiqas aliyê dijber xurt be jî.

ÊRIŞA TIRK!

Şiyar Memo diyar kir ku di 15'ê Îlona 2014'an de komên terorîst ên DAIŞ'ê bi desteka dewleta Tirk a dagirker li dijî Kobanê êriş pêk anî, ku armanca wan têkbirina mozaîka herêmê û destkeftiyan e."

Şiyar Memo destnîşan kir ku şênî û hêzên leşkerî yên ku jinan tê de pêşengî dikir nexasim Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi pêşengtiya şehîda fedekar Arîn Mîrkan, ew êriş têk birin.

ÊRIŞ PIR IN LÊ ARMANC YEK E

Şiyar Memo diyar kir ku êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê û ya çeteyan li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hev ve girêdayî ye û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl da projeya ku di nav şêniyên herdu taxan de hatiye pêkanîn, têk bibe. Lê tevî ku rûbera herdu taxan biçûk e dîsa jî ew ji dagirkeriya Tirk re bû kabûs."

Memo wiha domand: "Eger em rewşa şerê li Kobanê û yê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bînin ber hev em ê bibînin ku dagirker yek e û armanca êrişan jî yek e. Herdu herêm ji aliyê şêniyên wê ve dihatin rêvebirin û di hemû qadan de pêşketî bûn. Bi hevgirtina gel bi hêzên leşkerî re jî ew planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker hatin têkbirin."

DAIŞ LI GORÎ FERMANÊN DAMEZIRÎNERÊN WÊ TEV DIGERD

Mustefa Hemo diyar kir ku avakerê herdu êrişan yek e, ew jî dewleta Tirk a dagirker e û got: "DAIŞ nikare bê fermanên dewleta damezirîner di serî de Tirkiye, êrişan pêk bîne. Nexwe êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê bi fermanên dewleta Tirk a dagirker e û ew nêzî hişmendiya DAIŞ'ê ye jî û herdu ji heman jêdera tundrawiyê ne."

Hemo diyar kir ku armanc ji êrişê têkbirina projeya neteweya demokratîk e û got: "Ne tenê li Kobanê, li hemû deverên projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeyê têk bibe."

TIRKIYE PÊŞKETINA KURDAN QEBÛL NAKE

Hemo wiha zêde kir: "Hebûna Kurdan li xweşiya dewleta Tirk naçe ew ê çawa destkeftiyên wan qebûl bike. Ji ber wê jî ew bi hemû rêbazan bi rêya DAIŞ'ê û çeteyên xwe yan jî bi awayên ne rasterast bi balafir û teknîkên pêşketî, êriş dike."

Hemo der barê rola jinan de got: "Gerdûn bi tevahî nikaribû DAIŞ'ê têk bibe lê belê YPJ û YPG'ê têkbirina wan hilda ser milê xwe û ew têk birin. Di vir de gel jî roleke girîng lîst û li pişta hêzên xwe bûn."

KOBANÊ SEMBOLA BERXWEDANÊ

Cuman Hebeş diyar kir ku ew bi berxwedana Kobanê serbilind e lê ji ber bîranîna salvegera êrişê diêşe û got: "Tirkiye di pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên Kobanê de bi DAIŞ'ê re hevkar bû. Armanc ji wan êrişan astengkirina Kurdan û rêgirtina li ber pêşketina wan bû. Lê belê berxwedana Kurdan planên dagirkeriya Tirk têk bir û bi saya fedakariya şehîdan DAIŞ'ê li herêmê têk çû û Kobanê bû sembola berxwedanê."

(mh)

ANHA