Elî Larîcanî bi Esed re civiya

Piştî ku Larîcanî bi Esed re civiya, Wezareta Karên Derve ya Îranê da zanîn ku Larîcanî dê bi şandeyeke payebilind re, serdana Lubnanê bike.

Elî Larîcanî bi Esed re civiya
14 mijdar, 2024   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Şamê diyar kir ku şêwirmendê Xaminey, Elî Larîcanî bi Beşar Esed re civiya û geşedanên herêmê, nexasim êrişên Îsraîlê li dijî Filistîn û Lubnanê nîqaş kirin.

Ajansa Mehr a Îranê da anîn ku di hevdîtinê de têkiliyên dualî û rêbazên pêşxistina wan li gorî berjewendiyên gelên herdu welatan û yên herêmê, hatin nîqaşkirin.

Ajansa hikumeta Şamê da zanîn ku Larîcanî piştgiriya Îranê ji Sûriyeyê re dubare kir û diyar kir ku Îran amade ye bi hemû awayan destekê bide.

Li gorî ajansa IRNA, Larîcanî dê bi şandeyeke  payebilind re, berê xwe bide Lubnanê.

(mh)