Meclisa Ciwanan a MSD'ê paneleke diyalogê li dar xist

Di çarçoveya xebatên xurtkirina ciwanan di aliyê siyasî de ji bo pêvajoya diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê de, Meclisa Ciwanan a MSD'ê paneleke diyalogê li dar xist.

Meclisa Ciwanan a MSD'ê paneleke diyalogê li dar xist
Meclisa Ciwanan a MSD'ê paneleke diyalogê li dar xist
Meclisa Ciwanan a MSD'ê paneleke diyalogê li dar xist
Meclisa Ciwanan a MSD'ê paneleke diyalogê li dar xist
Meclisa Ciwanan a MSD'ê paneleke diyalogê li dar xist
Meclisa Ciwanan a MSD'ê paneleke diyalogê li dar xist
Meclisa Ciwanan a MSD'ê paneleke diyalogê li dar xist
Meclisa Ciwanan a MSD'ê paneleke diyalogê li dar xist
Meclisa Ciwanan a MSD'ê paneleke diyalogê li dar xist
14 mijdar, 2024   22:21
REQA

Di çarçoveya însiyatîfa ku Meclisa Ciwanan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di 9'ê Cotmeha borî de li dar xistiye de, Meclisa Ciwanan a MSD'ê bi dirûşma "Xurtkirina siyasî ya ciwanan û rola wan di pêvajoya guhartina demokratîk de" li hola civînan a MSD'ê ya bajarê Reqayê paneleke diyalogê li dar xist.

Di panelê de nûnerên Meclisa Ciwanan a MSD'ê ya kantonê, tevgerên ciwanan wekî Tevgera Ciwanên Ermen a Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Suryanî, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Aştiyê beşdar bûn.

Di serî de hevserokê Konfedraliya Civaka Demokratîk Cîhad Hesen bixêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku di qonaxa heyî de erkê herî mezin li ser milê ciwanan e, ew jî xurtkirina nirxên niştîmanî ye.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Ciwanan a MSD'ê Rodî Hesen mijara yekemîn a li ser "Rêbazên xurtkirina nasnameya nîştimanî di nav ciwanan de" nîqaş kir.

Rodî Hesen got: "Di radeya yekemîn de siyaset wesîleyeke civakî ye. Divê em weke ciwan bi awayekî aktîv di jiyana siyasî de beşdar bin û ji nijadperestiyê bi dûr bikevin da ku bigihîjin azadî, pirrengî û nenavendiyê."

Dûre hevseroka Meclisa Ciwanan a MSD'ê Lîna El Dahir mijara duyemîn a li ser "xîtaba nîştimanî ya ciwanan" nîqaş kir û têgîna xîtaba nîştimanî ji ciwanan re şîrove kir.

Di dawiya mijara duyemîn de beşdaran destnîşan kir ku xîtaba nîştimanî ya ciwanan asta hêzên wan xurt dike, nîştimanperweriyê bilind dike û derfetên wan zêdetir dike.

Hevserokê Meclisa Ciwanan a MSD'ê Nasir Nasiro mijara sêyemîn a li ser "Rola ciwanan di xurtkirina siyaseta nîştimanî de" nîqaş kir û wiha got: "Ciwan enerjiyeke ruhî, pratîkî û dîplomasî temsîl dikin, ne tenê enerjiyeke fîzîkî ne."

Di dawiya panelê de encamname wiha hat diyarkirin:

1- Pêwist e ciwan nasnameya nîştimanî ya Sûriyeyê ava bikin û li gorî wê bi ciwanên Sûriyeyê re tev bigerin.

2- Destekdayîna ciwanan di aliyê siyasî û civakî de were xurtkirin.

3- Nasnameya Sûriyeyê têkel e, tevî cudabûna me, me tevan li hev kom dike.

4- Armanc ji xîtaba nîştimanî ya ciwanan ew e ku em li ser bingeha nasnameya nîştimanî û nasnameya ciwanan, bigihînin hemû ciwanên Sûriyeyê.

5- Xebitîna li ser geşkirina girêdana ciwanan bi cewhera wan a rasteqîn û nîştimanî ve.

6- Bilindkirina asta zanabûna ciwanan, perwerdekirin û beşdarkirina wan di qadên siyasî û civakî de ku di qonaxa bê de bibin pêşengên rastîn.

7- Çalakiyên dikevin xizmetî stratejiya hatiye danîn, werin zêdekirin.

8- Teşwîqkirina ciwanan ji bo beşdariya siyasî.

9- Geşkirina nirxên diyalogê di nava ciwanên Sûriyeyê de ku bibe gaveke pêşîn di gihandina diyaloga Sûriyeyî ya navxweyî ya giştî.

(mh/fr)

ANHA