Abdullah Demîrbaş: Banga aştiyê guhertineke dîrokî di rêgeha pirsgirêka Kurd de çêkir

Siyasetmedar Abdullah Demîrbaş diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan rê li ber aştî û demokrasiyê vedike û li herêmê alava şer disekinîne.

Abdullah Demîrbaş: Banga aştiyê guhertineke dîrokî di rêgeha pirsgirêka Kurd de çêkir
1 adar, 2026   03:45
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Bi wesîleya salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an a ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatibû kirin, siyasetmedarê Kurd û şaredarê berê yê navçeya Sûrê yê Amedê Abdullah Demîrbaş ji ajansa me re axivî.

Abdullah Demîrbaş Banga Aştî û Civaka Demokratîk wek qonaxeke sereke ya nêzîkatiyên li hemberî doza Kurd de bi nav kir û destnîşn kir ku bangê pêvajoya leşkerî derbasî ya siyasî kir û di polîtîkayên Tirkiyeyê û hin welatên Rojhilata Navîn de guhertin çêkiriye.

Demîrbaş diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi banga aştiyê hewl da herêmê ji wêraniyeke mezintir dûr bixe, nemaze ku hêzên navneteweyî û Tirkiyeyê di çaresernekirina pirsgirêka Kurd de bi israr in.

Demîrbaş bi bîr xist ku PKK’ê tavilê bersiva banga Rêber Abdulah Ocalan da û got: "PKK’ê ji bo aştiyê gavên pratîk avêtin. Wekî nîşandana niyeta qenc û çûna ber bi çareseriya siyasî ve çekên xwe şewitandin û ji hin deveran vekişiya.”

Demîrbaş anî ziman ku dewleta Tirk di bersivdayîna bangê de dereng maye û wiha domand: "Di rojeva parlamento û komîteyên têkildar de nîşaneyên zelal ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd xuya nakin. Ev jî di nava civaka Kurd de bûye cihê fikaran. Eger helwesta dewleta Tirk bi vî rengî dewam bike dibe bandoreke neyînî li pêvajoya çareseriya siyasî bike."

Abdullah Demîrbaş bang li Enqereyê kir ku ku gavên şênber biavêje da ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk temam bibe û çareseriyeke adilane ji pirsgirêka Kurd re pêk were. Her wiha bang lê kir ku siyasetên dûrxistinê û destwerdana li Rojava rawestîne û ji bo çarserkirina pirsgirêka Kurdên li Tirkiye û Bakur bi awayekî demokratîk bixebite.

Siyasetmedar Abdullah Demîrbaş di dawiya axaftina xwe de got divê merheleya bê li ser bingeha demokrasî, jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê, mîsogerkrina mafên gelê Kurd di destûrê de be.

(bb)

ANHA