El Sîstanî daxwaza rawestandina êrişên li dijî Îranê kir

Rayedarê olî yê bilind ê şîeyan ê li Iraqê Ayetullah Elî El Sîstanî êrişên li ser Îranê şermezar kirin. El Sîstanî bang li civata navneteweyî û welatên îslamî kir ku şer rawestînin.

El Sîstanî daxwaza rawestandina êrişên li dijî Îranê kir
4 adar, 2026   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Ayetullah Elî El Sîstanî îro ragihand ku "êrişa leşkerî ya li dijî axa Îranê çend roj e berdewam dike û heta niha bûye sedema şehîdbûna hejmareke mezin a welatiyan, di nav de gelek parêzvanên welatê xwe, bi dehan zarok û sivîlên din ên bêguneh, her wiha ziyanên mezin li milkê giştî û taybet bûne.”

Li gorî daxuyaniya ji ofîsa wî, El Sîstanî "bi gotinên herî tund ev şerê neheq şermezar kir û bang li hemû misilman û gelên azadîxwaz ên cîhanê kir ku şer şermezar bikin û bi gelê bindest ê Îranê re bibin yek."

El Sîstanî her wiha bang li hemû aktorên navneteweyî û welatên cîhanê, bi taybt ên îslamî kir ku "hewldanan bikin da ku şer tavilê rawestînin û çareseriyeke aştiyane û dadperwer ji bo pirsgirêka nukleerî ya Îranê li gorî prensîbên hiqûqa navneteweyî bibînin.”

(k)