Êrişî baregeha PAK ya li Hewlêrê hate kirin

Baregeha hêzên leşkerî yên PAK’ê ya li sînorê Dêgele ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hate bombebarankirin. di encama êrişê de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Êrişî baregeha PAK ya li Hewlêrê hate kirin
4 adar, 2026   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Carek din êrişî baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya li sînorê bajarokê Dêgele ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hate kirin.

Rêveberê bajarokê Dêgele Soran Ekrem ji ajansa Rojnews’ê re ragihand ku bi dronan êrişî baregeha partiya Rojhilatê Kurdistanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê ya li Dêgele ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hate kirin.

Soran Ekrem da zanîn ku di encama êrişê de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên bi ajansa Rojnews’ê, pêşmergeyê PAK’ê ku di encama êrişê de jiyana xwe ji dest daye, bi navê Celal Reşîde û 3 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Her wiha duh bi şev jî li Hewlêrê, Îranê bi dronên xwekuj êrişî baregeha Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) kir. Hate ragihandin ku dema êriş pêk hatiye hêzên leşkerî yên PAK’ê li baregeha xwe bûn. Lê derbarê ziyanên êrişê de agahî nehatin belavkirin.