El Şîbanî têkildarî peymana 10ˊê Adarê daxuyaniyên binakok dan

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta veguhêz Esed El Şîbanî di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re diyar kir ku QSDˊê di pêkanîna peymana 10ˊê Adarê de "ne cidî ye" û li aliyekî din jî got Wezareta Parastinê bersiva QSDˊê ya dosyaya entegrasyonê wergirt û lêkolîn dike.

El Şîbanî têkildarî peymana 10ˊê Adarê daxuyaniyên binakok dan
22 kanûn, 2025   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di civîneke çapemeniyê ya li Şamê de bi hempîşeyê xwe yê dewleta Tirk Hakan Fîdan re der barê pabendbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser mijara entegrasyonê de daxuyaniyên nakok dan.

Di civîna çapemeniyê de El Şîbanî der barê peymana 10ˊê Adarê de got peymana vîna Sûrieyyê ya yekkirina xakê nîşan dide û îdia kir ku wan ji aliyê QSDˊê ve "tu vîneke rasteqîn a berbiçav nedîtin".

El Şîbanî QSDˊê bi "ne cidiyeta" pêkanîna peymana 10ˊê Adarê tohmetbar kir, di heman demê de got wan duh bersiva QSDˊê ya têkildarî dosyaya entegrasyonê wergirtiye û Wezareta Parastinê lêkolîn dike.

(fr)