Di êrişa Helebê de zarokek û 2 sivîl birîndar bûn

Di êrişa çekdarên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de 3 kes di nav de zarokek birîndar bûn.

Di êrişa Helebê de zarokek û 2 sivîl birîndar bûn
22 kanûn, 2025   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Helebê diyar kir ku di êriş û topbarana çekdarên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de zaroka 9 salî ya bi navê Aydil, 2 kesên din kur û bavê xwe yên bi navên Henan Ebdulhemîd 20 salî û Ebdulhemîd Henan Îsmaîl 50 salî birîndar bûn.

Li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de pevçûnên dijwar di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz de rû didin, hemwextî wê jî bi çekên giran malên sivîlan tên topbarankirin.

(fr)