El Şîbanî dê biçe Ewropayê

Wezîrê derve yê rêveberiya HTŞ'ê Eseed El Şîbanî ragihand ku ew ê di dema bê de serdana gelek dewletên Ewropayê bike.

El Şîbanî dê biçe Ewropayê
10 ÇILE, 2025   22:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê derve yê rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di civîneke çapemendiyê de ku piştî hevdîtina bi wezîrê derve yê Îtalyayê Antonio Tajani re li dar xistiye, ragihand ku ew ê di dema bê de serdana gelek dewletên Ewropayê bike.

Wezîrê derve yê Îtalyayê Tajani ji piştî ketina rejîma Beşar Esed ev cara yekê ye ku serdana  Sûriyeyê dike.

Girêdayî wê, çaverê ye ku wezîrên derve yên Yekitiya Ewropayê di civîna Brûkselê ya 27'ê Kanûnê de mijara sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê nîqaş bikin.

Wezareta Gencîneya Amerîkayê jî ragihand ku ew ê hin cezayên li ser xizmetên sereke rake lê berpirsên Amerîkayê destnîşan kiribû ku ew li benda pêşketinên li ser erdê ne, berî ku cezayan bi awayekî berfirehtir rakin.

(mh)