Gefa kuştinê li Elewiyan hat xwarin eger tevlî şahiyên hilweşîna rejîmê bibin

Koma bi navê Ensar El Sune, li bajarê Safîta yê Tartûsê, belavok belav kirin û gefa kuştinê li pêkhateya Elewî xwar eger tevlî şahiyên salverga hilweşîna rejîma Baas`ê bibin.

Gefa kuştinê li Elewiyan hat xwarin eger tevlî şahiyên hilweşîna rejîmê bibin
6 kanûn, 2025   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî wêneyên ku li ser medyaya dîjîtal hatine belavkirin, di belavokan de gefa kuştinê li Elewiyan hatiye xwarin eger tevlî şahiyên pîrozkirina savegera hilweşîna rejîma Baas`ê bibin.

Di belavokên ku navê koma cîhadî ya Ensar El Sune li ser e de hatiye nivîsîn ku mafên pêkhateyên din ên olî tune ye ku salvegera hilweşîna rejîmê pîroz bikin û hetiye gotin ku ev pêkhate "ji kafiran kafirtir in"

Her wiha hatiye gotin ku eger Elewî şahiyan li dar bixin ew ên êrişên xwekujiyê di nav wan de pêk bînin.

(k)