El Sebax peywendî bi Îran û Siûdiyê re kir

Hemwextî êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Heleb û Idlibê û ketina wan nava taxên Helebê, wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Besam El Sebax peywendî bi wezîrên karên derve yên Îran û Siûdiyê re kir.

El Sebax peywendî bi Îran û Siûdiyê re kir
29 mijdar, 2024   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemwextî êrişên çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Heleb û Idlibê û piştî ku ew derbasî nava taxên Helebê bûn, ajnseke hikumeta Şamê da zanîn ku wezîrê karên derve yê Şamê Besam El Sebax bi hevpîşeyên xwe yên Îran û Siûdiyê re peywendî kir.

Ajansê da zanîn ku wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kiribû ku Îran ê destekdayîna xwe ji Sûriyeyê re ji bo "têkoşîna terorê" û parastina aramiya herêmî, bidomîne.

Hat diyarkirin ku di encama peywendiya El Sebax û wezîrê karên derve yê Siûdiyê de, domandina hevkarî û koordîneyê ji bo pêkanîna ewlehî û aramiya herêmê hat teqezkirin.

Girêdayî wê, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandibû ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) ketin nava taxên Hemdaniye û Heleb El Cedîde yên Helebê.

(mh)