Balafirên şer ên dewketa Tirk gundê Balinda bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Balinda yê Amêdiyê bombebaran kir. Heta niha der barê bombebaranê de tu agahiyên zelal bi dest neketine.

Balafirên şer ên dewketa Tirk gundê Balinda bombebaran kir
29 mijdar, 2024   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro piştî nîvro balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Balinda yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê bombebaran kir. Heta niha têkildarî encamên bombebaranê agahiyên zelal bidest neketin.

Hate zanîn ku cihê hatiye bombebarankirin gelek nêzîkî navenda gundê Balinda ne. Têkildarî ziyanên bombebaranê heta niha agahiyên pêwîst nehat zanîn.

Her wisa ji ber egera dubare bombebaranê welatiyên gund nekarin xwe bigihînin cihê ku hatiye bombebarankirin.

(mh)