El Mihbaş: Pêwistiya demê bi yekhelwestiyê heye

Hevserokê Komîteya Danûstendinan a Rêveberiya Xweser bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re Ebid Hamid El Mihbaş destnîşan kir ku Sûriyê di qonaxeke hesas re derbas dibe û da zanîn ku pêwîst e di vê demê de hemû hêzên niştimanî bi rihê berpirsyariya dîrokê ji bo avakirina Sûriyaya nû tev bigerin.

13 cotmeh, 2025   16:45
TEBQA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê û Partiya Sûriya Pêşerojê civînek li Tabqayê civînek ji gel re li dar xist. Di civînê de geşedanên siyasî yên li ser asta Sûriyeyê hatin vegotin.

Civîn li dikeya Şano ya Şehîd Musena Ebdulkerîm a Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi amadebûna kesayetên eşîran, kesayetên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, rewşenbîr û welatiyên herêmê bi rê ve çû.

Di civînê de hevserokê Komîteya Danûstendinan a Rêveberiya Xweser bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re Ebid Hamid El Mihbaş axivî û behsa geşedanên siyasî yên di asta Sûriyeyê de kir. El Mihbaş got: “Komîteya Danûstendinan xebatên xwe didomîne. Armanca me, em bi rihê neteweyî bigihêjin lihevkirinan û mafên hemû gelê Sûriyeyê biparêzin. Di heman demê de rêgeza beşdariya çalak a di destûra Sûriyaya Pêşerojê de ava bike. Di avakirina pêşeroja Sûriyaya demokratîk û adilane de bibe bingeh. Ji ber çi çareseriyek ne bi beşdarbûna gel be, ne pêkan e.”

El Mihbaş, di berdewama axaftina de aşkera kir ku xebatên danûstendinê di navbera şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên hikûmeta veguhêz de di rêya rast de dimeşe û wiha dom kir: “Di hevdîtinan de rihê berpirsyarî û neteweperweriyê heye. Di hevdîtinan de, ji bo çareseriyên bikevin xizmetî gel, zemîneke erênî heye."

El Mihbaş bi bîr xist ku yekîtiya xaka Sûriyeyê û redkirina parçebûnê rêgezên sereke ne ku herdû aliyan li ser li hev kiriye û wiha dom kir: “Sîstema nenavendî ya demokratîk pijarteya bingehîn e ku dikare edaletê ji hemû herêman û pêkhateyan re bîne. Ew dikare dengeyekê di navbera navendê û parêzgehan de ava bike.”

El Mihbaş di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê kir ku dûrî zimanê tundî û kîndariyê bikevin û diyar kir ku: “Pêwistiya me bi xurtkirina biratiyê û hevgirtina civakî heye. Banga min ji şêxeşîr û rûspiyan heye ku rola xwe ya erênî di avakirina Sûriyaya nû de bi cih bînin. ”

Di dawiya civînê de beşdaran piştgiriya xwe ya pirojeya Partiya Sûriya Pêşerojê û Komtîeya danûstendinan anîn ziman û gotin ew piştgiriya înîsyatîfa avakirina hevgirtinê û pêkanîna aştiya navxweyî ku rêya avakirina Sûriyaye yekbûyî ya demokratîk nîşan dide, dikin.

(dc)

ANHA