Malbatên şehîdan ên Reqayê xebatên salekê nirxandin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê civîna xwe ya salê li dar xist. Di civînê de rewşa meclisê, kêmasiyên derketine û rêbazên çareserkirinê hatin nîqaşkirin.

13 cotmeh, 2025   17:16
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê bi dirûşma "Bi ruhê têkoşîna şehîdên neteweya demokratîk em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin " li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê civîna xwe ya salê organîze kir.

Di civînê de endamên meclisê, Desteya Karûbarên Malbatên Şehîd û Gaziyên Şer, nûnerên Meclisa Rêveber a kantonê, malbatên şehîdan, Meclisa Idliba Kesk û Meclisa Leşkerî ya Reqayê amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Selah Mihemed rewşa Rêber Abdullah Ocalan şîrove kir û got Rêber Abdullah Ocalan 27 sal e di girtîgeha Îmraliyê de ye, pergalên cîhanê ev cih ji bo tecrîdkirina wî hilbijartin, lê bi têkoşîna xwe girtîgeh veguherand dibistana felsefe û zanistê.

Mihemed diyar kir ku Rêber Apo temsîla mezheb an jî taîfeyekê nake, lê temsîla fikra azad dike û di felsefeya xwe de ev yek îsbat kir, ji lew re bi hezaran ciwan û şêniyên ji Kurd, Ereb, gel û etnîk pê ve hatin girêdan.

Piştî axaftina Mihemed, rewşa rêxistinî û rêziknameya meclisê hatin xwendin û beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Di nîqaşan de girîngî ji bo rewşa malbatên şehîdan li kantonê û xizmetên ku ji wan re tên pêşkêşkirin hat dayîn û meclis ji bo kêmasiyên rêxistinê hat rexnekirin.

Selah Mihemed bersiva pirsên beşdaran da û got: "Di meclisê de lewaziyeke rêvebirinê heye û em tevlî van rexneyan dibin. Em ê li ser wan bisekinin. Me şehîd dane, divê em bi wijdanê xwe nêzî kar bibin. Malbatên şehîdan pêşeng in, ji ber ku wan tiştê xwe yê herî buha daye. Di aliyê xizmetguzarî û rêxistinî de kêmasî hene, divê werin çareserkirin."

Di dawiya civînê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Nesrîn Îbrahîm pêşniyarên hatine kirin xwendin:

Nivîsgeha Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan were vekirin.

Di hemû saziyan de Nivîsgeha Malbatên Şehîdan werin vekirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê ji nû ve were sazkirin.

(mh/fr)

ANHA