El Emîn: Tirkiye hewl dide dagirkirina axa Sûriyeyê rewa bike

Siyasetmedar Elî El Emîn got dewleta Tirk hewl dide bi rêya rêkeftina li gel hikumeta Şamê, dagirkirina axa Sûriyeyê rewa bike û armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne. Her wiha diyar kir ku ev yek yekitiya herêmên Sûriyeyê dixe xetereyê û dibe sedema parçebûnê.

El Emîn: Tirkiye hewl dide dagirkirina axa Sûriyeyê rewa bike
17 mijdar, 2024   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û di van çend rojên borî de gefên dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê xwarin. 

Siyasetmedarê sûriyeyî Elî El Emîn der barê vê mijarê de ji ajansa me re axivî û got dewleta Tirk bi hinceta parastina sînorên xwe dixwaze tevahiya Bakurê Sûriyeyê bi kûrahiya 40 km dagir bike. Lê di rastiya xwe de ev hewldaneke dagirkeriyê ye ku dixwaze xewna xwe ya dagirkirina axa Sûriyeyê û Iraqê pêk bîne.

El Emîn wiha pê de çû: “Tirkiyeyê heta niha rasterast nîvê sînorê rojavayê Firatê kontrol kiriye û heta niha kariye beşeke mezin a planên xwe yên kolonyalîzmê pêk bîne. Ew niha li bendê ye ku rejîma Esed jê re erê bike da ku sûcdariya dagirkeriyê ji ser xwe rake.”

El Emîn got: "Tirkiye bi guhertina Lihevkirina Edeneyê ya sala 1998'an de, yan jî bi çêkirina peymaneke mîna wê, hewl dide dagirkeriya xwe ya li Bakurê Sûriyeyê rewa bike "

Têkildarî îhtîmala ku dewleta Tirk operasyonên bejayî yên nû li ser axa Sûriyeyê pêk bîne, El Emîn got: “Niha şert û merc bi temamî ji bo êrişa Tirkiyeyê ne amade ne, lê Tirkiyeyê ji bo amadekirina şert û mercan xebat kiriye. Lewre çend caran daxwaz ji rejîma Esed kir ku li hev bicivin û bigihêjin lihevhatinekê, lê Esed ev tişt nepejirand ".

El Emîn her wiha got: "Tiştê balkêş di vê mijarê de ew e ku Tirkiye baş dizane ku hevdîtina bi Esad re dê tiştekî neguhere, Esed bi ti awayî nikare bersivê bide Tirkiyeyê, ji ber ku tevgerek bi vî rengî tê wateya rû bi rûbûa bi Amkerîkayê re, Tirkiye jî vê yekê dizane,  dizane ku bersiva Esed wê neqebûlkirin be,  ji ber ku Esed bê hêz e, ne ji ber şert û mercên wî yên pêkenok, wek vekişîna Tirkiyeyê ji bakurê Sûriyeyê, ku ev qet çênabe.”

El Emîn ev pirs kir: "Eger Tirkiye dizane ku Esed dê bersivê nede, çima bi aşkerayî Şamê vedixwîne dan û standinê?" û wiha bersiv da: "Tirkiyeyê dixwze van daxwazên xwe yê hevdîtinê û neqebûlkirina rejîmê bike hêncet da ku êrişeke dagikeriyê li dijî bakurê Sûriyeyê pêk bîne û nêzî 40 hezar kîlometre çargoşe axa Sûriyeyê dagir bike.”

El Emîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev mijar xeternak e û ne dûr e, bi taybetî piştî hatina Trump bo serokatiya Amerîkayê. Ev dema beriya ku Trump dest bi kar bike wek derfeteke rasteqîne ku rejîma Tirkiyeyê êrişên xwe li ser axa Sûriyeyê pêk bîne, ev tişt yekbûna xaka Sûriyeyê dixe xetereyê û dê vî welatê birîndar bêhtir tar û mar bike."

(k)

ANHA