Munîr Edîb: Endamên nû yên DAIŞ’ê ji kampan derdikevin

Lêkolîner Munîr Edîb destnîşan kir ku Operasyona Ewlehiya Domdar a li kampa Holê rê li pêşiya avakirina hêza nû ya DAIŞ`ê girt û got "Tevgerên şaneyên li kampê bi tevgerên serçeteyên DAIŞ`ê yên li ser asta herêmî û cîhanê re, koordînekirî ye. Ev tê wateyê ku ji wan kampan, endamên nû yên DAIŞˈê derdikevin."

Munîr Edîb: Endamên nû yên DAIŞ’ê ji kampan derdikevin
17 mijdar, 2024   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

6ˈê Mijdara îsal Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê avakirina `Odeya Operasyona Ewlehiya Domdar’ û destpêkirina operasyoneke li dijî çete û şaneyên DAIŞ’ê li kampa Holê û dora wê ragihand. 

 Di operasyonê de ku 7 rojan dewam kir, 79 çete û hevkarên wan li gundewarê Holê hatin girtin, 79 çeteyên ji şaneyên rêxistina terorîst girtin, miqdarek mezin ji çekan hatin desteserkirin. Zêdetirî 200 gundên başûr û bakurê Holê hatin paqijkirin.

Kampa Holê ku li rojhilatê bajarê Hesekê ye, li ber sînorê Iraqê ye, sala 1991’an ji bo bicihkirina penaberên Iraqê yên ji Şerê Kendavê yê Duyemîn reviyane, hat avakirin. Piştî bidawîbûna şer penaberên Iraqê vegeriyan cihê xwe û kamp hat girtin. Lê bi êrişa li dijî Iraqê ya 2003’yan re kamp dîsa hate vekirin.

Piştî têkbirina DAIŞ’ê di Adara 2019’an de li Baxozê ya Dêrazorê nêzî 12 hezar çete hatin girtin ku niha di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne. Malbatên çeteyan di kampa Holê de hatin bicihkirin. Di buhara 2019’an de hejmara kesên li kampê hatibûn bicihkkrin nêzî 74 hezar kes bûn, ji wan 50 hezar ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên sûriyeyî, iraqî û biyanî ne. Niha di kampê de nêzî 11 hezar û 257 malbat hene (39 hezar û 899 kes). Ji wan 422 Iraqî û 435 Sûriyeyî yên ku eslê wan nediyar e, hene.

‘RÊ LI PÊŞIYA HÊZA NÛ GIRT’

Lêkolînerê kar û barên komên terorîst ê ji Misirê Munîr Edîb der barê xetereya kampa Holê û girîngiya Operasyona Ewlehiya Domdar  ji ajansa me re axivî.

Munîr Edîb operasyona li kampa Holê hat lidarxistin "gelekî girîng" nirxand û got,  armanca wê rêgiritna li ber avakirina nişfeşkî nû ya DAIŞˈê  û bikaranîna kesên li kampê ye.

Edîb wiha domand: "Rast e DAIŞ`ê di aliyê erdnîgarî de hate tunekirin, lê heta vê kêliyê li deverên cuda êrişan dike. Ev êrişên wê li dijî ewlehiya cîhanê ye. DAIŞ li kampa Holê çalak e; çi zarok yan jî ciwanên li vê kampê girêdayî vê DAIŞˈê ne."

Edîb diyar kir ku zarok li kampa Holê hîna li ser îdeolojiya tundraw têne perwerdekirin û ev nirxandin kir "Ew zarok êdî bûne ciwan û di tonelên ku ava kirine de, li gorî perwerdeya dîtine û çekên ku dibe derbasî kampê hatine kirin, tev digerin. Yanî hewl didin ji kampê birevin. Dûre her kesê li gorî wan kafir e yan jî bi nêrîna wan hewl didin dewleta wan tune bike, şerê wan bikin. Ji vir diyar dibe çiqas ev operasyon girîng e. Bi nêrîna min operasyon bi rêbazekê dê rê li pêşiya rêxistina DAIŞ, endamên wê û hewldanên wan ji bo ku kampê kontrol bikin, bigire."

‘JI KAMPAN SERÇETE DERDIKEVIN’

Edîb kampên malbatên çeteyên DAIŞˈê bi "Krîzeke rasteqîn" wesifand û ev li gotinên xwe zêde kir "Bi mayîna van kampan re aloziyeke rastîn heye. Divê ev kamp bê jihevistin. Divê hêzên navneteweyî, aliyên mirovî, qanûnî, leşkerî, ewlehî, siyasî û dîplomatîk bi mentiq bi mîna van kampan re mijul bibin. Yanî divê niştecihên van kampan, tev li civakan bên kirin, vegerin warên xwe yên jê hatine û darizandinên adil ji wan re  pêk were."

Edîb hişyarî da ku ji van kampan, serçeteyên nû derdikevin û got: "Ev kamp ji bo rêxistina DAIŞˈê firsend e ku zarokan fêrî fikrên xwe bike û bibin endamên DAIŞ`ê. Ji lewma civata navneteweyî bi çaresernekirina van kampan derfeteke mezin ji bo perwerdekirina wan tundrewan e."

Li gorî Edîb, di navbera tevgera endamên DAIŞ`ê yên li kampê û yên li ser asta navneteweyî de hemahengiyek heye û got: "DAIŞ hewl dide xwe xilas bike. Ev jî bandor li ewlehiya cîhanê û herêmê bi giştî dike."

Lêkolîner Munîr Edîb di dawiyê de got: "Rast e gef li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye lê ev gef mîna gupela berfê ye ku her ku diçe mezin dibe û gef li cîhanê tevda dixwe. Lewma divê li hemberî vê xetereyê hewldan dest pê bikin. Xuyaye ku di navbera tevgerên komên rêxistinê yên li herêmê û serçeteyên rêxistinê de bi giştî hevsengî heye. Ew dixwazin, zarokên li ser fikrên rêxistinê mezin dibin, geş bikin da ku bibin beşeke vê rêxistinê."

(şx/bb)

ANHA