‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza gel e’

Şêniyên kantona Cizîrê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku "azadiya wî ya fîzîkî daxwaza gel e."

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza gel e’
17 mijdar, 2024   03:10
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Şêniyên ji kantona Cizîrê der barê pergala îşkence û qirkirinê de ku desthilata Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne, axivîn.

Jina bi navê Reca Mihemed a ji bajarokê Sêgir ê bajarê Dirbêsiyê anî ziman ku hevdîtina li gel Rêber Abdullah Ocalan ne bes e û got: "Azadiya wî ya fîzîkî mîsogeriya aştiya li herêmê ye, daxwaza me ya yekane jî azadiya wî ye."

Reca Mihemed destnîşan kir ku "cezayê dîsîplînê" ku dewleta Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne, îdiayên wê yên derew ên der bar pêvajoya aştiya bi gelê Kurd re îsbat dike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em ê li qadan bin, em ê têkoşînê bidomînin heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî bi dest bixin."

Elwan El Elî jî yê ji heman bajarokê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza tevahî pêkhateyên Bkur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

El Elî bi bîr xist ku axaftinên rayedarên dewleta Tirk a dagirker ên ser aştiyê hemwextî êrişên wê yên li ser binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û deverên din ên Kurdistanê têne kirin û got ev jî durûtî û neduristûbna wê îsbat dike.

Elwan El Elî ev li gotinên xwe zêde kir: "Rihê me û zarokên me fedaî Rêber Abdullah Ocalan in. Heya azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê li ber xwe bidin."

Jina bi navê Zehra Emîn a ji bajarê Til Temirê îşaret pê kir ku hevdîtina dawîn a di navbera Omer Ocalan û Rêbertî ne bes e û got, azadiya fîzîk ya Rêber Ocalan daxwaza wan e.

Zehra Emîn diyar kir ku armanca pergala îşkence û qirkirinê şikandina vîna gel e û got: "Em ê têkoşîna xwe bi xurtî bidomînin heya ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin."

Zehra Emîn her wiha destnîşan kir ku tevî ku Rêbertî di nava 4 dîwarên girtîgeha Îmraliyê de hatiye ragirtin, lê fikrên wî azad in. Zehra di dawiyê de got: "Em ê bi têkoşîna xwe ya domdar û îradeya ku xwe dispêre ramanên wî, Rêbertiya xwe bi fîzîkî azad bikin."

(bb)