El Celalî ji bo civînekê birin otelekê

Ji dîmenekî ku medyayên dîjîtal parve kirine, xuyan kir ku koma Feyleqa 5`an ya xelkên Horanê, serokwezîrê Sûriyeyê Mihemed Xazî El Celalî birin otelekê da ku civînekê der barê radestkirina saziyên dewletê li dar bixe.

El Celalî ji bo civînekê birin otelekê
8 kanûn, 2024   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dîmenekî diyar dibe, serokwezîrê Sûriyeyê Mihemed Xazî El Celalî li gel endamên koma Feyleq a 5ˈan ên ji xelkê Horanê, ji mala xwe derdikeve.

Li gorî dîmen, El Celalî dibin Otela Four Seasons da ku ji bo ku sazî û dezgehên dewletê radestî koman bike, civînekê li dar bixe.

Piştî ku komên muxalefetê derbasî Şamê bûn, El Celalî ragihandibû ku ew li mala xwe ye û niyetê wî yên derketina ji welat tune ye.

(bb)