Bi boneya Roja Astengdaran li Qamişloyê şahî
Bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê, Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Rêxistina Nûdem a Astengdaran şahiyek li dar xist.
Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Rêxistina Nûdem a Astengdaran bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê şahiyek li Navenda Êriş a li avahiya Heyva Sor a Kurd a li Qamişloyê li dar xist. Zarok û malbatên wan tev li şahiyê bûn.
Di şahiyê de bernameyên hunerî û şano hatin pêşandan. Têkildarî şahiyê, berpirsa Nivîsgeha Tenduristiya Derûnî û Parastinê ya Heyva Sor a Kurd Ceylan Îbrahîm destnîşan kir ku armanca wan ji vê şahiyê şadkirina zarokan e û tevlêkirina zarokên astendgar di nava civakê de ye.
Dawiya şahiyê, diyarî li zarokan hatin belavkirin.
Di heman çaroveyê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya vekirina navendên Şehîd Êriş li Qamişloyê û Şehîd Rengîn li Hesekê ji aliyê Desteya Karên Barên Civakî ya Herêma Cizîrê ve, hewl dide piştgiriya astengdaran bike û tev li nava civakê bike.
(şx)
ANHA