Efûya El Esed û aloziya li Lubnanê rojevên rojnameyên erebî ne

Efûya El Esed a têkildarî penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê û şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, rojevên çapemeniya erebî ne.

Efûya El Esed û aloziya li Lubnanê rojevên rojnameyên erebî ne
25 îlon, 2024   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Gelo derfet heye rê li pêşiya şerekî giştî li Lubnanê bê girtin?" weşand. 

Rojnameyê îşaret pê kir ku rewşa di navbera Îsraîl û Hizbullahê de xeternak e, lê li ser asta dîplomatîk derfet heye ku rê li pêşiya şerekî giştî bê girtin. Her wiha diyar kir ku her du alî, xetereya şer û encamên wê li ser asta hundir û herêmî nas dikin.

Rojnameyê diyar kir ku topbaran û bombebarana di navbera Îsraîl û Hizbullahê de di çend rojên dawîn de, metirsî derxistin pêş ku her du alî ber bi şerekî giştî ve diçin, ruxmî ku hêzên navneteweyî banga kontrolê dikin.

Rojnameyê cih da nirxandina hin çavdêran ku armanca her du aliyan ji firehkirina êrişan çi ye û gelo derfet heye rê li pêşiya wê bê girtin an an?

Her wiha rojnameyê ku agahiyên xwe spartin rayedarên îsraîlî ku ji bo bersivandina êrişên Hizbullahê vebijêrk li cem wan nemane, nemaze ku artêşa Îsraîlê bajarokên li bakurê Lubnanê ji salekê ve topbaran dike. Rayedarekî leşkerî jî ku nexwest navê xwe aşkera bike, roja duşemê gotibû "Ji ber kiryarên Hizbullahê, Lubnan bûye qada şer".

Rojnameyê îşaret bi daxuyaniya çavkaniyeke Hizbullahê kir ku nexwest navê xwe aşkera bike û ji AFP`yê re axiviye, got: "Rewş ber bi firehbûna şer ve diçe ku dişibe şerê 2006`an."

‘PENABER Û PIRSPOR: EFÛYA EL ESED NE MENTIQÎ YE Û DÊ ZIRARÊ BIDE SÛRIYEYIYÊN LI TIRKIYEYÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat îşaret bi "efûya serokatiyê" ya ku El Esed têkildarî kesên li hundir û derve derxistiye kir û diyar kir ku ev efû li Tirkiyeyê ku zêdetirî 3 milyon sûriyeyî lê dimînin, aloziyeke berfireh çêkir.

Rojnameyê diyar kir ku di efûyê de behsa rewşa penaberan nekiriye lê hin dezgehên çapemeniyê ragihand ku ev efû ji bo Tirkiyeyê firsendek e ku divê bi kar bîne, ji bo ku penaberan vegerîne Sûriyeyê.

Rojnameyê naveroka efûyê bi bîr xist ku kesên ji leşkeriya neçarî reviyane, divê di 3 mehan de û yên li derve jî di 4 mehan de xwe radestî aliyên têkildar bikin.

Lê li ser malperên medyaya dijîtal 2 propaganda hebûn. Hinekan got El Esed dê ji yên ji Tirkiyeyê vegerin desteka madî, mal û kar peyda bike. Hinekan jî digot ên di 6 mehan de venegerin, dê nasnameya sûriyeyî ji dest bidin.

‘ÊRIŞÊN LUBNANÊ HELWESTA LI ROJHILATA NAVÎN DI HEFTEYEKÊ DE GUHERT’

Tora BBC ku bi bîr xistiye ku îhtimal heye şerê li Xezayê firehtir bibe, lê êrişên rojane  yên Hizbullaha Lubnanê yên li dijî bakurê Îsraîlê û êrişên Îsraîlê yên li dijî navendên Hizbullahê li Lubnanê ku di encamê de bi  deh hezaran sivîl koçber bûn, êrişa hefteya borî ya cîhazên banglêkirinê, hesabên berê hemû guhertin.

Torê ku cih daye nirxandinên çavdêran, diyar kir ku li gorî hesabên Îsraîlê êrişên cîhazên banglêkirinê, dê guhertinê çêkin û derfetê bide artêşa Îsraîlê bi şerê li Xezayê re mijûl bibe. Lê xuya ye ku encam berovajî wan hesaban bû ku li şûna agirbestê û çareseriyeke siyasî, dê şer firehtir bibe.

(şx)