Hevseroka nû ya PYD'ê: Em ê tifaqên xwe zêde bikin

Hevseroka nû ya PYD`ê Perwîn Yûsif der barê encam û peyamên Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk a 10`emîn de got “Em ê ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û belavkirina fikra wî rêxistina xwe xurt bikin û tifaqên xwe zêde bikin.”

Hevseroka nû ya PYD'ê: Em ê tifaqên xwe zêde bikin
25 îlon, 2024   10:30
QAMIŞLO

Der barê encam û peyamên Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a 10`emîn de hevseroka nû ya partiyê Perwîn Yûsif ji ANHA`yê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Perwîn Yûsif kongre li hemû gelan, malbatên şehîdan, Rêber Abdullah Ocalan û endamên PYD`ê pîroz kir û da xuyakirin ku partiya wan 21 salên xwe temam kirine, di gelek qonaxên girîng û zehmet re derbas bûne, her dem bedel û şehîd dane û bi hezaran kadroyên wê di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de tê dikoşin.

Perwîn Yûsif da zanîn ku erka li ser milê hevseron erkeke mezin e û wiha got: “Gel û endamên partiyê bawerî dane me, em soz didin ku li gorî hêvî û baweriya wan tev bigerin, pêşengiya ku PYD`ê ji destpêkê ve dike, bidomînin. Destkeftiyên heyî biparêzin û mezin bikin, em ê bi hemû hêz û derfeta xwe kedê bidin. Dê ked ne tenê ya hevserokan be, endamên meclis û rêveberên ku hatine hilbijartin jî bi gelê xwe re kedeke mezin bidin.”

`GELEK TIFAQÊN ME HENE, EM Ê BERFIREHTIR BIKIN`

Di berdewama axaftina xwe de Perwîn Yûsif bal kişand ser qonaxa ku Rojhilata Navîn û cîhan tê re derbas dibin û diyar kir ku ji bo ew bikarin bi armanceke xurt di nava qonaxê de cih bigirin, di kongreya xwe de biryareke wan berfirehkirin û xurtkirina têkiliyên bi Rojhilata Navîn û cîhanê, bi taybet welatên Ereban re bû û wiha anî ziman: “Gelek tifaq û têkiliyên me bi partiyên Sûriyeyê, derveyî wê û yên sosyalîstên cîhanê re hene. Em dixwazin wan têkiliyan mayînde bikin. Ji bo avakirina tifaqên bi gelên li herêmê û cîhanê re, me gelek bername dane pêşiya xwe.”

Perwîn Yûsif destnîşan kir ku çareserkirina aloziya li Sûriyeyê, çarenûsa pêkhateyan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo mayîndekirina Rêveberiya Xweser di hemû waran de PYD dê bi rola birêxistinkirina gel rabe.

‘JI BO RÊBER APO DÊ TÊKOŞÎN GEŞTIR BIBE’

Di axaftina xwe de Perwîn Yûsif da xuyakirin ku ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, wan pêwîstî bi xurtkirin û bilindkirina têkoşînê dîtiye û wiha pê de çû: “Ji bo ku em bikarin raya gitştî baldartir bikin bernameya me ya çalakî, serlêdan û komxebatan heye. Ji bo belavkirina fikra Rêber Apo di nava civakê de, di warê komînal, li xwezaya xwe xwedî derkeve, aboriya xwe komînal bike û xweparastina xwe xurt bike, xebatên me hene.”

(sb)

ANHA