Efrîniyek hat revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji Efrîna dagirkirî revand.

Efrîniyek hat revandin
9 îlon 2024   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih ji Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 7ʹê Îlonê, welatiyê bi navê Ferhad Hesen Reşîd (38) ê ji xelkê bajarê Şera ji pêş mala wî ya li rêya mazotê ya bajarê Efrînê revand.

Çavkanî got beriya 2 mehan Ferhad bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatibû derxistin.

(fr)