Birîndarê êrişa Dêr Cemalê şehîd bû

Welatiyê bi navê Mihemed Sadiq ê di êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Dêr Cemalê de birîndar bûbû, şehîd bû.

Birîndarê êrişa Dêr Cemalê şehîd bû
9 îlon, 2024   16:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker danê nîvro gundê Dêr Cemal ê bajarokê Şêrawayê yê kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir. Di encamê de Mihemed Sadiq (30) birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, di encama birîna giran a Mihemed Saqid de ku ji gundê Kefer Nasih ê kantona Efrîn û Şehbayê ye, şehîd bû.

(fr)