Edhem Barzanî: Destê alîkariyê dirêjî Rojava bikin

Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî nakokiyên xwe bidin aliyekê û destê alîkariyê ji bo serkeftina Rojavayê Kurdistanê dirêj bikin. Barzanî got: “Bila desthilata Başûr ewqas ji xwe piştrast nebin, ji ber ku ferqeke mezin di navbera gel û desthilatê de çêbûye.”

Edhem Barzanî: Destê alîkariyê dirêjî Rojava bikin
8 kanûn, 2024   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî der barê rûxandina rejîma Baasˋê ya Sûriyeyê û girîngiya parastina destkeftiyên gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê peyamek bi rêya medya dijîtal parve kir.

Peyama Edhem Barzanî wiha ye:

"piştî 53 salan hikûmraniya binemala Esed û hizba Baas a Sûriyeyê rûxiya û sibehek nû û jiyanek nû ji bo gelên Sûriyê bi Kurd, Ereb û tevayî pêkhateyên wê ve dest pê kir.

Pêwîst e gelê Kurd, hêzên Kurdî û aliyên din ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pir bi hişyarî û hestiyar ji bo qonaxa bê kar ji bo Sûriyeyeke demokrat û destûrek nû bikin ku mafên Kurdan û hemû pêkhateyên herêmê tê de parastî bin.

Bang li hemû Kurdistaniyên li cîhanê dikim ku destê alîkariyê ji bo serkeftina Rojavayê Kurdistanê dirêj bikin. Daxwaz dikim ku hemû aliyên Kurdî nakokiyên xwe bidin aliyekê û ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêngavan bavêjin.

Bila ti kes û aliyek ên li ser desthilata Başûr in, ewqas ji xwe piştrast nebin, ji ber ku ferqeke mezin di navbera gel û desthilatê de çêbûye.”