Ecacê zirarên mezin gihandin sebzeyên Holê

Ji ber ecaca hefteya borî ya li bajarên başûrê kantona Cizîrê çêbûye zirarên mezin bi sebzeyên havînê yên li bajarê Holê û gundewarê wî bûn û cotkaran jî hewl da mewsima mayî jî xelas bikin ku zirarên xwe tawîz bidin.

Ecacê zirarên mezin gihandin sebzeyên Holê
Ecacê zirarên mezin gihandin sebzeyên Holê
Ecacê zirarên mezin gihandin sebzeyên Holê
Ecacê zirarên mezin gihandin sebzeyên Holê
17 nîsan, 2025   05:06
HESEKÊ
ELÎ SULTAN

Li bajarên başûrê kantona Cizîrê bi taybetî li Hesekê, Şedadê, Hol û Til Birakê di 8 û 9’ê Nîsanê de bahozeke xurt tevî tozê (ecac) rabû ku leza hewayê 30 kîlometre di saetê de derbas kir. 

Hemwextî wê jî pileyên germahiyê jî di nava şev û rojê de hatin guhertin, bi wê re bandoreke yekser li giyayan, bi taybet li ser berhemên çandiniyê kir.

JI BER ECACÊ ZIRARÊN MEZIN GIHÎŞTIN SEBZEYÊN HAVÎNÊ

Ji ber bahozê û guhertinên avhewayê yên lez zirarên mezin bi sebzeyên havînê bûn, bi taybet ên di pergala tunelên blastîkî yên li eraziyên mayînde de hatine çandin. Herî zêde bajarê Holê û gundewarê wî zirar dîtin.

Cotkaran diyar kir ku ji ber bahoz û ecacê beşên mezin ji projeyên wan ên sebzeyên havînê wekî firingî, kosa, bacan û îsotan telef bûn.

ŞAHIDÊN JI NAV ZEVIYAN: METIRSIYEKE MEZIN JI BO MEWSIMA ÎSAL HEYE

Der barê vê mijarê de, cotkar Hesen El Salih ê ji bajarê Holê got ji ber bahoza xurt a îsal, zirareke mezin gihîşt berhemên çandiniyê û ev mewsim ji bo cotkaran bû mewsima zirarê.

El Salih got: “Ji bo ku em mewsimê bi ser bixin, me di dirêjahiya 3 mehan de xizmet û pereyekî zêde da. Lê bahoz û ecaca dawîn hevkêşe serûbinî kir û rûberên mezin ji berhemên me telef bûn. Piranî cotkar nikarin şûna zirarên xwe dagirin."

El Salih diyar kir ku tevî zirarê dîsa jî ew ê hewl bidin beşên mayî yên berhemên xwe bibin serî da ku li şûna zirarê bigirin.

BANGÊN ALÎKARÎ Û PIŞTGIRIYA COTKARAN

Hemwextî van rewşan, cotkaran bang li aliyên berpirs kir ku pêdiviyên çandiniyê bi nirxên guncaw ji wan re peyda bikin da ku bikarin zehmetiyên ji ber guherîna avhewayê derbas bikin.

Tê zanîn ku îsal rêjeya barîna baranê gelekî kêm bû û vê jî barê cotkaran giran kir. Bi taybetî yên ku di çandiniyê de xwe dispêrin ava baranê wekî genim û ceh.

(mh/fr)

ANHA