Ewropa nêzî Şamê dibe, DYA xwe dispêre Çînê

Ewropa têkiliya xwe bi Şamê re wek korîdoreke stratejîk a potansiyel ji bo enerjî û bazirganiyê ji nû ve dinirxîne. Di heman demê de Washington hewl dide Çînê teşwîq bike ku di zextên li ser Îranê de rolekê bilîze. Li Lubnanê jî rexneyên li ser dan û standinên li gel DYA'yê yên têkildarî rûbirûbûna Îsraîlê zêde dibin.

Ewropa nêzî Şamê dibe, DYA xwe dispêre Çînê
14 gulan, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro de bal kişand ser guhertinên jeopolîtîk ên têkildarî Sûriyeyê, tevgera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) a ber bi Çînê ve der barê Îranê de, her wiha nîqaşa navxweyî ya Lubnanê ya li ser dan û standinên berdewam bi Washingtonê re.

'SÛRIYE ÇAWA DIBE KEVIRÊ BINGEHÎN Ê EWROPAYÊ?'

Der barê rewşa Sûriyeyê de, rojnameya El Ereb a li Londonê diyar kir ku Sûriye êdî tenê wekî pirsgirêkek mirovî an jî qadeke pevçûnê nayê dîtin, lê ligel krîzên ku parzemîna Ewropayê pê re rû bi rû ye, bi taybetî krîza enerjiyê û bandorên şerê li Ukraynayê, bûye kevirê bingehîn ê potansiyel di ji nû ve xêzkirina nexşeya enerjî û bazirganiyê ya di navbera Asya û Ewropayê de.

Rojnameyê bi bîr xist ku serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê  di axaftinekê de ku li Nîkosyayê kirûb nêrînek pêşkêş kir. Nêrîna wê li ser veguherandina Sûriyeyê bo korîdorek stratejîk ku Asyaya Navîn û Kendava Erebî bi rêya toreke rê û benderan bi Ewropayê ve girêdide anku di çarçoveya projeya "Çar Derya û Neh Derya" de ye.

Li gorî rojnameyê, Şam li ser pêwîstiya Ewropayê ya bi alternatîfên ewle ji bo veguhastina enerjî û bazirganiyê ji deverên aloziyê behîsê dike.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku Brukselê dest bi nirxandina siyaseta xwe ya li hember Şamê kiriye û wiha domand " Ev yek jî bi rêya ji nû ve aktîvkirina peymanên hevkariyê yên ji sala 2011'an vir ve cemidî ne, avakirina hevkariyên têkildarî enerjî, ewlehî û aramiya herêmî hene pêk tê. Ev gav ji ber fikarên girêdayî krîzên penaberan û enerjiyê û bilindbûna rastgirên tundrew li Ewropayê têne kirin. Serketina van tevgeriyan li ser Sûriyeyê dimîne bê çiqasî dikare ewlehiya navxweyî biparêze. Di heman demê de girêdayî asta amadebûna Ewropayê ku sozên xwe pêk bîne."

'TRUMP TÊKILDARÎ ÎRANÊ ALÎKARIYÊ JI ÇÎNÊ DIXWAZE LÊ DIBE KU PLANÊN DIN ÊN PEKÎNÊ HEBIN'

Ajansa Reutersê cih da hewldanên DYA'yê yên xwestina alîkariyê ji Çînê der barê Îranê de. Ajansê destnîşan kir ku Washington Pekîn, wekî muşteriyê herî mezin ê petrola Îranê dibîne. Di heman demê de wê wekî aliyekî dibîne ku dikare Tehranê ber bi pêkanîna peymanekê bi DYA'yê re e dibîne, nemaze ji ber ku hewldanên kontrolkirina aloziyê sekinîne û bihayên petrolê jî bilind dibe. Hate gotin, li gorî şîrovekaran her çend Çîn dixwaze Tengava Hurmuzê ji bo bazirganiya cîhanî vekirî bihêle jî, naxwaze Îranê terk bike ku hevkarê stratejîk e û bandora Amerîkayê li Rojhilata Navîn hevseng dike.

Ajansê destnîşan kir ku rêveberiya Trump xwedî amûrên zextê li ser Çînê ye û têkildarî amûrên zextê wiha nivîsî: "Di nava amûran de cezayên li ser bank û saziyên ku bi hêsankirina bazirganiya bi Îranê re têne tawanbarkirin hene. Lê bikaranîna van dikare derî li ber aloziyeke aborî ya berfirehtir bi Pekînê re veke.”

‘HÛN LI SER ÇI DAN Û STANDINAN DIKIN?’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî dan û standinên li gel Washingtonê diyar kir ku desthilata Lubnanê ne xwedî stratejiyên rasteqîn e ku berjewendiyên Lubnanê ji Îsraîlê biparêze.

Rojnameyê diyar kir ku hêzên fermî yên Lubnanê dan û standinan wekî rêya yekane û guncaw dibîne, lê xwedî hêza pêwîst nînin ku şertên xwe ferz bikin an jî Îsraîlê neçar bikin ku bi cidî li ser helwesta Lubnanê bisekine.

Rojnameyê, da zanîn ku çareserî an jî alozî girêdayî lihevkirinên navneteweyî yên berfirhe, bi taybetî yên girêdayî Îranê û îdia kir ku tiştê ku niha diqewime "ne wekî pêvajoyek cidî xuya dike, lê bêhêziya siyasî û stratejîk nîşan dide.

(bb)