Fransayê jî welatiyên xwe yên li Sûriyeyê hişyar kirin

Piştî DYA û Brîtanya, Fransayê jî ji ber êrişên muhtemel hişyarî da welatiyên xwe yên li Sûriyeyê.

Fransayê jî welatiyên xwe yên li Sûriyeyê hişyar kirin
30 adar, 2025   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Fransayê duh li ser malpera xwe ragihand ku "Şam jî di nav de, metirsiya êrişên terorîstî li Sûriyeyê pir zêde ye. Her welatiyek fransî li Sûriyeyê dibe ku bibe armanca komên terorîst."

Wezareta Karên Derve ya Fransayê bang li welatiyên xwe kir neçin Sûriyeyê û ji yên li Sûriyeyê jî xwest ji kombûnan dûr bikevin.

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ji ber pêkanîna êrişên "terorî" yên muhtemel li Sûriyeyê di rojên cejna Remezanê de, hişyarî dabû welatiyên xwe. Wezaretê di daxuyaniyê de bang li welatiyên xwe kir ku ji ber xetereyên ewlehî yên zêde neçin Sûriyeyê.

Hikumeta Brîtanyayê jî bang li welatiyên xwe kiribû ku ji ber rewşa ewlehiyê ji Sûriyeyê derkevin û neçin wir.

(bb)