DYA’yê koalîsyonek li dijî Hûsiyan ava kir

DYA′yê ragihand ku li dijî êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor koalîsyonek ava kiriye.

DYA’yê koalîsyonek li dijî Hûsiyan ava kir
19 kanûn, 2023   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku li hemberî êrişên Hûsiyan ên li Deryaya Sor koalîyonek bi navê ‘Însiyatîfa Ewlehiyê ya Pirnasnameyî’ ava kiriye. 

Wezîrê parastinê yê DYA′yê Lloyd Austin bi daxuyaniyekê avakirina koalîsyonê ragihand û got: “Welatên ku dixwazin rêgeza bingehîn a azadiya navîgasyonê xurttir bikin, divê li hember astengiya li pêşiya vê koalîsyonê derdikevin û hevgirtî bin.”

Austin daxuyand ku Brîtanya, Bahreyn, Kanada, Fransa, Îtalya, Holanda, Norwêc, Seyşel û Spanya cihê xwe di koalîsyonê de digirin. Her wiha got dê dewriyeyên hevbeş li başûrê Deryaya Sor û Kendava Edenê pêk bînin.

Hûsî bi êrişên li dijî keştiyan li Deryaya Sor beşdarî şerê Îsraîl û Hemasê bûne, ji baregeha xwe ya li paytexa Yemen Senayê ji zêdetirî hezar û 500 kîlometreyan dron û moşek avêtin Îsraîlê.