Komên hikumetê 2 ciwan li gundekî Kobanê revandin

Komên hikumeta demkî li gundekî Kobanê 2 ciwanên Kurd îşkence kirin û ber bi bajarê Girê Spî ve revandin.

Komên hikumetê 2 ciwan li gundekî Kobanê revandin
5 sibat, 2026   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji herêmê dane, îro saet 14.00ˊan, 2 ciwanên bi navên Casim Neqşî Îbrahîm û Mervan Mihemed Mehmûd ên ji gundê Korikê yê bajarê Kobanê ji aliyê komên hikumeta demkî ve tên îşkencekirin û revandin.

Çavkaniyan da zanîn ku her du ciwan ji bo nan û xwarinê bikirin, ji gundê xwe diçin gundê Zinarê Kurdan, lê li wir komên hikumetê telefonên wan dibin û îşkence dikin. Piştî îşkenceyê wan her du ciwanan dibin bajarê Girê Spî yê dagirkirî.

(fr)