DYA û Îranê rexne li NATO‘yê kir

Serokê DYA‘yê Donald Trump û berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ji ber daxuyaniyên sekreterê wê yê giştî Mark Rutte, rexneyên tund li NATO‘yê kirin.

DYA û Îranê rexne li NATO‘yê kir
25 hezîran, 2026   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku sekreterê giştî yê NATO‘yê Mark Rutte aşkera kir ku Îtalya û Romanya jî di nav de, baregehên Ewropayê ji bo piştgirîkirina operasyonên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê yên li dijî Îranê hatin bikaranîn, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsamîl Beqayî rexneyên tund li NATO‘yê kirin.

Beqayî got: "Daxuyaniyên Rutte lixwemikurhatineke zelal e ku NATO beşdarî şerê dijminane yên nerewa yê li dijî Îranê bûye."

Beqayî ji welatên Ewropayê yên ku destek da operasyonên li dijî welatê wî xwest ku helwesta xwe li hemberî gelên xwe û cîhanê zelal bike.

Serokê DYA’yê Donald Trump jî anî ziman ku Washingoton miqdarên mezin ên pereyan ji bo NATO‘yê xerc dike, lê hin welatên endamên NATO‘yê "alîkariyeke biçûk jî be" pêşkêşî şerê li dijî Îranê nekir, lewre jî mafê welatê wî heye ku eger welatên NATO‘yê di siberojê de alîkariyê bixwazin, heman bersivê bide.

(bb)