DYA û Îngiltereyê êrişî navendên Hûsiyan kirin

Serokê DYA’yê û serokwezîrê Brîtanyayê ragihand ku bi desteka Awistralya, Behreyn, Kanada û Hollandayê êriş li dijî baregehên Hûsiyan ên li Yemenê pêk anîne. Hûsiyan jî gef xwarin ku dê bersivê bidin.

DYA û Îngiltereyê êrişî navendên Hûsiyan kirin
12 ÇILE 2024   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jeo Biden got artêşa DYA’yê bi awayekî serkeftî hin navend û baregehên li Yemenê bombebaran kirin ku Hûsiyan bi kar dianîn. Her wiha Biden îşaret pê kir ku dê ji bo parastina gel û azadiya bazirganiya navneteweyî, bê teredud tedbîrên din jî bigirin.

Biden di civîneke çapemeniyê de axivî û diyar kir ku artêşa DYA’yê bi hevkariya Brîtanyayê û bi desteka Awistralya, Behreyn, Kanada û Hollandayê êriş li dar xistin.

Biden di dewama axaftina xwe de got: "Bersiva êrişên Hûsiyan ên li dijî keştiyên li Deryaya Sor in. Cara yekemîn e ku moşekên balîstîk li dijî keştiyan tên bikaranîn."

Biden diyar kir ku di çarçoveya hemleyeke dîplomatîk a berfireh de wan êrişî navendên Hûsiyan kiriye. Her wiha got ev peyameke diyar e ku DYA û hevalbendên wê, nahêlin tu aliyên dijber navîgasyonê bixin xetereyê.

Biden di civînê de gef xwar ku "ji bo parastina gel û bazirganiya navneteweyî çi pêwîst be dê bikin."

Wezîrê parastinê yê DYA’yê Lloyd Austin jî bi daxuyaniyekê aşkera kir ku êriş ji bo zeîfkirina Hûsiyan in, ji ber ku bazirganiya cîhanê li yek ji korîdorên avî yên herî girîng, dixin xetereyê.

Austin wiha got: "Êrişên kaolîsyonê peyameke diyar in ji bo Hûsiyan ku heke êriş ranewestin dê zirarê bibînin."

Austin aşkera kir ku di êrişan de navendên balafirên bêmirov, moşekên balîstîk, moşekên Cruise, radarên deryayî û şiyanên çavdêriya asmanî yên Hûsiyan hatine hedefgirtin.

Têkildarî êrişan, Erebistana Siûdî jî banga xweragirtinê kir ku Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyekê got: "Em bi fikar tevgerên leşkerî yên li Deryaya Sor û êrişên hewayî yên li dijî Komara Yemenê dişopînin.”

Piştî êrişan, Rûsya bang kir ku civîneke awarte ya Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê bê lidarxistin.

Wezîrê karên derve yê hikumeta Senayê ya Hûsiyan Hisên El Ezî jî piştî êrişê destnîşan kir ku divê DYA û Brîtanya “ji bersivê re hazir bin".

(şx)