DYA dê hêzên xwe li Sûriyeyê ji nû ve bi cih bike

Wezareta Parastinê ya DYA’yê ragihand ku ew ê hêzên xwe li Sûriyeyê ji nû ve bi cih bike û di mehên pêş de hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyeyê heta hezarî kêm bike.

DYA dê hêzên xwe li Sûriyeyê ji nû ve bi cih bike
19 nîsan, 2025   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pentagon) şeva borî ragihand ku ew ê hêzên xwe li Sûriyeyê li cihên taybet bi cih bike.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA’yê Sean Parnell di daxuniyekê de got: “Ev gav li ser serkeftinên ku DYA’yê li dijî DAIŞ’ê bi dest xistine û têkçûna wê ya erdnîgarî di sala 2019’an de, pêk hatiye."

Parnell diyar kir ku ev operasyon, dê hebûna leşkerî ya DYA’yê li Sûriyeyê di mehên pêş de daxe kêmtirî hezar leşkeran. Parnell her wiha got: "Fermandariya Navendî ya Amerîkayê amade ye ku êrişan li dijî bermahiyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê pêk bîne."

Her wiha Parnell diyar kir ku DYA piştgiriya li gel hevkarên xwe yên koalîsyona li dijî DAIŞ`ê dê bidomîne.