Di operasyona li Holê de hejmarek çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin

Di operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê de hejmarek çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Di operasyona li Holê de hejmarek çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin
19 nîsan, 2025   12:05
HESEKÊ

Nûçegihana ajansa me ku li kampa Holê operasyonê ewlehiyê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê dişopîne, ragihand ku hêzên operasyonê hejmarek çeteyên şaneyên DAIŞ’ê girtine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh bi beşdariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û desteka Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyoneke ewlehiyê li kampa Holê û derdora wê li dijî şaneyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin.

Operasyonê lêgerînê li hundirê kampê ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin, di roja duyemîn de dewam dike.

(bb)