Li kampa holê 16 çete hatin girtin
Di operasyona li kampa Holê de 16 çeteyên DAIŞ’ê û gelek çek û cebilxane hatin girtin.

Operasyona ewlehiyê ku duh Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê dabû destpêkirin, di roja duyemîn de dewam dike. Operasyon bi desteka YPJ û QSD’ê pêk tê.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku di operasyonên li kampê û derdora wê de, heta niha 16 çete hatin girtin. Her wiha 3 çekên kalaşnîkov, 2 demançe û gelek cebilxane jî hatine desteserkirin.