DYAˊyê daxwaza Îranê ya guhertina cihê danûstandinan red kir

DYAˊyê daxwaza Îranê ya ji bo guhertina cihê hevdîtinên roja înê red kir û got wê civîn li Stenbolê bi formata xwe ya eslî were lidarxistin.

DYAˊyê daxwaza Îranê ya guhertina cihê danûstandinan red kir
4 sibat, 2026   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên Amerîkayê ji malpera Axiosˊê re gotine, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji Îranê re got ku ew daxwazên wê yên veguhastina cihê hevdîtinan û guhertina formata wan a roja înê qebûl nakin.

DYAˊyê û Îranê li ser civîna roja înê li Stenbolê bi beşdariya dewletên Rojhilata Navîn wek çavdêr li hev kir.

Lê Îranê duh xwest ku cihê hevdîtinên û formata wê ji bo Omanê werin guhertin, da ku girîngî ji bo pirsgirêkên nukleerî bin, mijarên dîtir ên wekî mûşekan neyên nîqaşkirin.

Rayedarên Amerîkayê daxwaza guhertina cih nirxand û red kir. rayedarekî Amerîkayî got, "Me ji wan re got mijar an wiha yan jî ne tiştek. Wan jî got baş e, wê demê ne tiştek."

(fr)