DYAˊyê cezayên nû li Îranê birîn

Piştî danûstandinên di navbera DYA û Îranê de li Seltenet Umanê bi dawî bûn, DYAˊyê cezayên nû yên girêdayî petrolê li Îranê birîn.

DYAˊyê cezayên nû li Îranê birîn
6 sibat, 2026   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştî bidawîbûna danûstandinên nerasterast di navbera Wê û Îranê de li Umanê de, cezayên nû ji bo sînordarkirina hinardekirina petrola Îranê birîn. DYAˊyê ceza li 14 keştiyan Îranê birîn.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott di daxuyaniyekê de diyar kir ku "serok Donald Trump di çarçoveya kampanyaya zexta herî zêde ya rêveberiyê de pabend e ku hinardekirina neqanûnî ya petrol û berhemên petrokimyayî yên rejîma Îranê kêm bike."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev gav di çarçoveya hewldanên berdewam ên Washingtonê de ji bo zexta aborî li ser Tehranê pêk tê.

(ac/fr)

ANHA