Li Parlamentoya Kanadayê ji bo dorpêça Kobanê bertek hatin nîşandan

Parlamenterê Partiya Muhafezekar Ziad Aboultaif li Parlamentoya Kanadayê bal kişand ser geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û destnîşan kir ku dorpêça li ser Kobanê çavkaniyeke cidî ya fikaran e.

6 sibat, 2026   20:44

Dema ku dorpêça li ser Kobanê dewam dike, bertekên li dijî hêzên hikumeta demkî û komên girêdayî wê yên ku dorpêçê didomînin, bertekên navneteweyî zêde dibin. Li Parlamentoya Kanadayê, endamê Committee on Foreign Affairs and International Development (Komîteya Daîmî ya Pêşxistina Karûberên Derve û Navneteweyî) û parlamenterê Partiya Muhafezekar Ziad Aboultaif geşedanên dawî yên li Sûriyeyê kir rojeva parlamentoyê.

Parlamenterê Partiya Muhafezekar ê herêma Edmonton Manning Ziad Aboultaif, di axaftina xwe ya li parlamentoyê de destnîşan kir ku rewşa civakên kêmenetew ên li Sûriyeyê hîna di rewşekî hesas de ye. Aboultaif, diyar kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hin soz daye, lê hîna ewlehiya welatiyan pêk neaniye.

Aboultaif, destnîşan kir ku dorpêça HTŞ’ê ya li ser Kobanê çavkaniyeke cidî ya fikarê ye û destnîşan kir ku tevî şerê bi salan e dewam dike jî Kurd û Durzî dixwazin Sûriyê ji nû ve ava bikin û di nava aştiyê de bijîn.

Aboultaif, di dewama axaftina xwe de diyar kir ku hewldanên aştî û ji nû ve avakirinê ya civakên cuda ên Sûriyeyê ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve bi guman, nebawerî û tundiyê tê pêşwazîkirin û bilêv kir ku aramiya rast tenê dema ku ji bo hemû gelan ewlehî, edalet û wekhevî were dabînkirin, wê pêkan bibe.

Ziad Aboultaif di dawiya axaftina xwe de got, “Divê gotin û pêkanîna hikûmeta Sûriyeyê û hemû Sûriyeyiyan yek be. Em dikarin bi hev re Sûriyeyek demokratîk û geş ava bikin ku bikaribe dîsa li ser dîka cîhanê biteyise û ji bo hemû welatiyên wî edalet û wekheviyê bîne.”