DYA’yê keştiya duyemîn a balafiran şand Rojhilata Navîn

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê  (DYA) ragihand ku DYA’yê ji bo parastina rêveçûna bazirganiyê keştiya duyemîn a balafiran şandiye herêma Rojhilata Navîn.

DYA’yê keştiya duyemîn a balafiran şand Rojhilata Navîn
11 nîsan, 2025   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hevpar a DYA’yê, keştiya balafiran a bi navê Carl Vinson şandine herêma ku keştiya balafiran a bi navê Harry S. Truman lê ye, ku tê îdîakirin di hefteya dawî de dibe hedefa Husiyên Yemenê.

DYA’yê hê diyar nekiriye ku ev koma duyemîn a hewayî ya deryayî wê li kîjan herêma Rojhilata Navîn kar bike.

Rayedarên amerîkî dibêjin, wan ji nîvê meha Adarê û vir ve zêdeyî 100 armanc li Yemenê kirine hedef.

Hûsiyên ku herêmeke mezin a Yemenê kontrol dikin, ji dawiya sala 2023'yan û vir ve li peravên welêt, li Derya Sor û li Kendava Adenê keştiyan dikin hedef.

Hûsî îdia dikin ku ew bi armanca piştgiriya gelê Filîstînê, li dijî keştiyên girêdayî Îsraîl çalakiyan dikin.

Serokê DYA’yê Donald Trump, di nîvê meha Adarê de hişyar kiribû ku ji vir û pê ve her guleyek ku ji aliyê Hûsiyan ve bê avêtin ew ê Îranê berpirsyar bibîne.