Duh li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çi qewimî?

Li gorî bîlançoya destpêkê ya ku ajansa me bi dest xistiye, di encama êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ên Helebê de, 1 kes şehîd bûn û zêdetirî 60 kes jî birîndar bûn.

7 cotmeh, 2025   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (6 Cotmeh 2025) hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê piştî dorpêçkirinê, êriş birin ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.

Saet di 17.00ˋan de hêzên hikumeta veguhêz hemû rêyên têketin û derketina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girtin. Berî wê jî çend rê girtibûn û bendên axê bilind kiribûn. Dûre hêzên hikumetê bi dronan êriş kirin û hewl da bikevin her du taxan û çekên giran anîn derdora taxan.

Li gel xetereya van tevgeran, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bang li şêniyan kir ku li dijî girtina rêyan û dorpêça berdewam dakevin qadan.

Li ser vê bangê şênî herikîn kolanên sereke yên her du taxan, da ku nerazîbûna xwe ya li dijî dorpêçê nîşan bidin. Bi sedan welatî li hember hêzên hikumeta veguhêz derketin û ev kiryar bi dirûşmên silavkirina berxwedana Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê û daxwaza vekirina rêyan berz kirin.

Hêzên hikumeta veguhêz bi awayekî bêserûber bi gaza îsotê û guleyan êrişî xwepêşandêran kir. Ji ber gaza îsotê 25 kes rakirin nexweşxaneyê.

Piştre, hêzên hikumeta veguhêz hewl da bi tank û wesayîtên zirxî ji çar aliyan ve êrişî taxan bikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du taxan bersiv da û di encamê de bi çekên sivik û navîn pevçûn çêbûn.

Hêzên hikumeta veguhêz hewl da bi wesayîtên zirxî bikevin her du taxan û pê li çend kesan kirin, di encamê de 1 kes şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Dûre bi hewanan êriş pêk anîn.

Di saetên derengiya şevê de, piştî hêzên hikumeta veguhêz ji derdora her du taxan vekişîn, bêdengiyek çêbû.

Li gorî agahiyên destpêkê ku ajansa me bi dest xistine, 2 kes şehîd bûne û zêdetirî 60 kes jî birîndar bûne.

(k)

ANHA