Li Humsê 2 ciwan hatin qetilkirin

Li taxên bajarê Humsê û gundewarê wê çekdarên nenas 2 ciwan qetil kirin û yek jî birîndar kir.

Li Humsê 2 ciwan hatin qetilkirin
7 cotmeh, 2025   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Digel bûyerên berdewam ên tevliheviya ewlehî ya li bajarê Humsê, şeva berê 2 ciwan hatin qetilkirin û yek din jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji wê herêmê dane, çekdarên nenas ên ku li motorsiklêtan siwar bûbûn, nêzî saet 10.00ˊan êvarê gule li ciwanê bi navê Besam Ziyod barandin û qetil kir. Ev bûyer di hundirê dikana wî ya li taxa Ekremê ya kevin pêk hat.

Di bûyereke din a heman wextê de, çekdarên nenas ên ku li motorsiklêtan siwar bûbûn, bi guleyan ciwanê bi navê Merwan Hedîd qetil kir. Ev bûyer li taxa Wadî Zeheb pêk hat.

Li aliyekî din jî li xwaringehek li bajarê Tilkelex ê rojavayê Humsê de ji ber avêtina guleyan ciwan Munîr Ebas bi giranî birîndar bû.

Li bajarê Humsê û herêmên din ên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê digel nebûna hesabxwestinê, bilindbûna rageşî û parçebûnên mezhebî, rewşên tundî û tevliheviya ewlehiyê zêde dibin.

(fr)

ANHA