Gelê Hesekê bilindbûna bihayên sotemeniyê protesto kir

Gelê bajarê Hesekê bilindbûna bihayên sotemeniyê, rawestandina jenetorên ambêran ji kar û qutbûna berdewam a kehrebê protest kir û daxwaza başkirian rewşên debar û xizmetguzariyê kir.

Gelê Hesekê bilindbûna bihayên sotemeniyê protesto kir
24 hezîran, 2026   20:34
HESEKÊ

Şêniyên Hesekê li Çerxerêya Şehîd Serhed a taxa Muftî li dijî bilindbûna bihayên sotemeniyan, rawestandina jenetorên ambêran û qutbûna kehrebê derket.

Şêniyan daxwazên girêdayî dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn, başkirina şert û mercên jiyanî kirin û diyar kir ku berdewama krîza sotemeniyê û encamên wê rasterast bandorê li jiyana welatiyan û xebatên dikandarên bazirganiyê kir.

Di çalakiyê de dolab hatin şewitandin û banga çareseriyên bilez ên ji bo krîzên xizmetguzarî û aborî hat kirin.

(fr)

ANHA