Bi AKP’ya mîtoman re tu kar naçe serî – Rauf Karakoçan

Bi AKP’ya mîtoman re tu kar naçe serî – Rauf Karakoçan
25 adar, 2025   07:45

Li Tirkiyeyê her roj rojeveke nû heye. Ji bo ku mirov xwe bigihîne leza geşedanan, divê mirov bibe bezvan. Her ku mijarek vedibe, mijareke din tê nixumandin. Lê hemû jî mijarên girîng in û divê nîqaş li ser wan bên kirin.

Pîrozbahiyên Newrozê yên îsal, li gorî salên salên din bi du qatan zêde bûn. Girseyên li meydanan gelekî bi heybet bûn ku divê mirov jê re şekalan rast bike. Yên herî mezin jî, bê guman yên li Rojhilatê Kurdistanê bûn. Çi pesnê jê re bê kirin jî kêm e, bi kurt û kurmancî bêhempa bûn. Her wiha divê her kes qebûl bike ku vîna li pişt peyama pîrozbahiyên Newrozê jî Îmraliyê bû.

Hêviya ku pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin di dilê gel de afirandiye, di Newrozan de diyarker bû. Newrozên Amed û Stenbolê, pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin, erê kir. Piştgiriya gel ev pêvajo di asta herî jor de hembêz kiriye.

Her çend têkiliyên rêveberiya Rojava yên bi Sûriyeya nû re di çarçoveya tevgereke germkirinê de dest pê kir jî, ji aliyê derdorên pêwendîdar ve hat qebûlkirin. Li gorî polîtîkayên Îsraîl-DYA’yê û hêzên mîna wan û bi ferzkirina wan be jî, pêşnûmeyeke nivîskî derket holê ku her kes wê di asta herî kêm de be jî qebûl dike û li ser diaxive. Îmzekirina metneke ku Tirkiye jî tehemul dike, xuya ye di vê qonaxê de wek 'kêm e lê erê' hatiye qebûlkirin.

Geşedanên li dewr û bera Kurdan wek çareseriya hevpar a siyaseta Tirkiyeyê, aştî û çareseriya civaka demokratîk tên bilêvkirin û hevpariyek afirandiye. Daxuyaniya Îmraliyê li Tirkiye û Sûriyeyê bersiveke xwe dît. Her wiha nîşan da ku aktorê diyarker ew e.

Daxuyaniya Îmraliyê di Newrozê de ji aliyê gel ve, her wiha ji aliyê Qendîl, Rojava, partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û DYA û YE’yê ve hat pêşwazîkirin û qebûlkirin. A rast, bendewariyeke zêde jî çêkir. Niha jî ji bo pêkanîna van bendewariyan divê rê li ber siyaseta demokratîk û zemîna hiqûqî bê vekirin. Hikumetê hîna gavek neavêtiye. Ya xuya jî; gavên tên avêtin hêviya gavekên çaverêkirî xilas dikin.

Di desthilatdariya AKP'ê de ewşeke mîtomanî heye. Bersiveke çawa dê bidin gavên Îmraliyê, nayê zanîn. Rewşeke ku li pêş çavan nîn e û nayê texmînkirin, heye. Pozîsyona wê baweriyê nade.

Ti şik û guman nîn e ku faşîzmeke tam di pratîkê de heye. Kesên ku karakterê faşîzmê nas dikin, ji bo wan ne suprîzek e ku niha bi ser CHP'ê de diçin. Ji ber ku taktîka giştî ya faşîzmê 'ji hev veqetîne, parçe bike, bi rê ve bibe' ye. Taktîka desthilata Tirkiyeyê jî yekser ev polîtîkaya faşîzan e.

Divê bê zanîn ku desthilat bazirganiya ol dike û bi mîtomanyayê ketiye û li gorî wê siyaset bê kirin. Sozên bên dayîn, armancên bên hilbijartin, gavên bên avêtin, tifaqên bên avakirin, stratejî û taktîkên bên destnîşankirin, divê li gorî kesayeta mîtoman bin. Divê were zanîn ku bi AKP'a ku bûye mîtoman re tu kar nayê kirin. Mitomanî, nexweşiyeke derûnî ye anku nexweşiya derewkirinê ye.

Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê operasyon kirin. Li ser mijarên gendelî, lihevkirina bajaran û terorîzmê hatin darizandin û di dawiyê de gelek kes hatin girtin ku namzetê serokkomariyê yê CHP'ê Îmamoglu jî din ava wan de bû. Rêveberiya CHP'ê hê jî ev geşedan baş nexwendine. Serketina CHP'ê ya di hilbijartinan de, bi yekcarî dikin malê CHP'ê. Ev şaşî ye û CHP xwe dike partiya yekemîn. Heke wisa be jî, divê CHP kêmasiya xwe bibîne.

Mansur Yavaş ku berê CHP’ê dide rastgiriyê, ji klîka li ser desthilata faşisttir e û gotinên nîjadperest dike, her çend li Enqereyê dengên CHP’ê zêde bike jî, CHP’ê ber bi xwe ve dikişîne. Dijminatiya wê ya li Kurdan, ji bo polîtîkayên marjînalbûyîn û faşîzmê yên CHP'ê guncaw e. Meral Akşener ji ji bo ‘Maseya Şeşalî’ çi be, Mansur Yavaş jî ji bo CHP’ê ew e. Em wî ji bo CHP’ê wek tehdît û fîgûrekî xeternak deynin aliyekî.

Dixwaze CHP'ê ji pêvajoya Îmraliyê derxe û hikumeteke bêdijber biafirîne. CHP'ê hembêzkirina vê pêvajoyê bi xurtî nekir. Heta ku Îmralî neyê fêmkirin, operasyona li hember CHP’ê jî nayê fêmkirin.

Siyaseta li dora Ekrem Îmamoglu anku yek kesî, dê lewaziyê bi xwe re bîne. Îmamoglu siyasetmedarekî jirêzê ye, wek dikandarekî ku tecrubeya xwe di polîtîkayê de bi kar tîne û nikare derkeve derveyî vê siyasetê. Divê hem serok Ekrem hem jî serok Ozgur bizanin ku bi Mansurê nîjadperest-faşîst re nikarin herin ber Kurdan. Hikumet v

ê rewşa CHP'ê dizane û wê ji lîstikê derdixe.

Divê were zanîn ku heke rêveberiya CHP'ê bibêje 'Ger Ekrem nebe, Mansûr heye' CHP dê jixwe têk biçe. CHP heke bi retorîka faşîst a nîjadperest a Mansur Yavaş re dewam bike, dê di hilbijartina serok Ekrem de jî zehmetiyê bikişîne.

Mixabin rêya serederiya li hikumeteke ku bi nexweşiya derewan ketiye, êdî bi propagandayeke ziwa, gotinên hemasetê û axaftinên zêde ne pêkan e. Divê were zanîn ku Erdoganê mîtoman li ser desthilatê ye.