Rewşenbîran li Tebqayê zextên li ser kurdî şermezar kirin
Rewşenbîr û hunermendên li Tebqayê hewldanên dewleta Tirk a dagirker ya li ser çand û zimanê kurdî qedexe bike şermezar kirin. Rewşenbîran bang kir ku êrişên li dijî pirrengiya çandî rawestin.
Rewşenbîr û hunermendên li kantona Tebqayê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên li dijî çandan şermezar kirin.
Cîgirê hevserokatiya Desteya Çandê ya Kantona Tebqayê Betûl El Mixil daxuyanî li ser dika Şehîd Musena Ebdulkerîm a Navenda Çandê xwend.
Desthilata Tirk ji ber ku li ber stranên kurdî û şoreşgerî govend gerandin, gelek kes girtibûn.
Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çanda kurdî hatin şermezarkirin û bi “sûcekî li dijî gelan” hate wesifandin.
Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku li hember vê siyasetê bê sekinandin û bi rêya lidarxistina çalakiyên hunerî û vejandina çanda gelan, rê li ber êrişên li dijî pirrengiyê bê girtin.
(şx)
ANHA