Dosyaya Hizbullahê, plana Netanyahu û krîza li Îsraîlê mijarên rojnameyên erebî ne

Rojnameyan diyar kir ku Hizbullah dixwaze demeke nû qezenc bike da ku bikare mijara çekberdanê dereng bixe. Li Îsraîlê jî piştî şerê 22 mehan ê Xezayê krîzeke siyasî û leşkerî ya kûr derketiye.

Dosyaya Hizbullahê, plana Netanyahu û krîza li Îsraîlê mijarên rojnameyên erebî ne
11 tebax, 2025   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî mijara çekberdanê ya Hizbullahê û plana Îsraîlê ya ji bo Xezayê û krîza siyasî û leşkerî ya navxweyî ya li Tel Avîvê nivîsîn.

‘HIZBULLAH JI BO DERBASKIRINA ZEXTA AMERÎKAYÊ NAVBEYNKARIYA QETERÊ DIXWAZE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser mijara Hizbullahê û çekberdanê. Rojnameyê xwe spart çavkaniyên siyasî yên lubnanî yên agahdar û diyar kir ku Hizbullah bi rêya Îranê daxwaza navbeynkariyê ji Qeterê kiriye der barê destnîşankirina demeke diyar ji bo çareserkirina mijara çekên xwe. Ew dixwaze zêdetir dem hebe da ku li hundirê partiyê li ser vê mijarê gotûbêj bike û fermandar û şervanên xwe ji vê yekê razî bike.

‘PLANA NETANYAHU YA LI XEZAYÊ ÎSRAÎLÊ BER BI STRATEJIYEKE DIN VE DIBE’

Rojnameya El Nehar hûrgiliyên plana serokwezîrê Îsraîlê ji bo qonaxa piştî şer a li Xezayê aşkera kirin. Li gorî rojnameyê di çarçoveya planê de dê Hemas were bêçekkirin, girtî werin berdan, kontrola ewlehiyê ya Îsraîlê li ser Xezayê were ferzkirin û rêveberiyeke herêmî ya ne girêdayî Hemasê yan desthilata Filistînê were avakirin û paşê dê Xeza radestî hêzên erebî were kirin.

Rojnameyê da zanîn ku ji bo pêkanîna vê planê Îsraîl bi deh hezaran leşkerên berdest dê bixwaze leşkeriyê, zêdetirî 6 milyar dolarî terxan bike û fermanê bide ku nêzîkî 800 hezar filistîniyan ji bajarê Xezayê derxe.

‘ÎSRAÎL... PIŞTÎ BIRYARÊN KABÎNEYÊ’

Rojnameya El Şerq El Ewsat bal kişand ser nakokiyên siyasî û leşkerî yên di nava Îsraîlê de piştî şerê 22 mehan ê li Xezayê. Rojnameyê nivîsî ku hikumetê qebûl nekir ji bo lêpirsîna bûyerên 7`ê Cotmeha 2023`yan komîteyê ava bike, her wiha ziyanên wan bûyeran jî aşkera nekirin. Li gorî rojnameyê ev helwesta hikumetê hewldaneke reva ji rastiyê  ye ku dikare bibe sedema hilweşîna çîna siyasî ya heyî.

(k)