`Em dixwazin zimanê kurdî bi fermî were naskirin`

Hevserokê Saziya Zimanê Kurdî ya Dirbesiyê Rizgar Mihemed got “Em dixwazin zimanê kurdî û materyalên Rêveberiya Xweser di destûrê Sûriyeyê de fermî bin.”

`Em dixwazin zimanê kurdî bi fermî were naskirin`
21 sibat, 2026   10:40
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hevserokê Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Dirbesiyê Rizgar Mihemed ji ajansa me (ANHA) re axivî û got: “Em wek mamoste û şagirtên Kurdên Rojava dixwazin dawî li polîtîkaya helandinê were û li gorî xweseriya herêmên Kurdan materyalên xwendinê werin diyarkirin.”

Rizgar Mihemed anî ziman ku ziman ji bo gelan gelekî girîng e û wiha got: “Gel bi zimanê xwe yê dayîkê têne naskirin. Ji ber vê yekê divê girîngî ji bo ziman were dayîn û di nava civakan de pêşbikeve. Dewleta Sûriyeyê li ser gelê Kurd ê Rojava polîtîka helandinê ferz kir. Qedexe kir ku gelê Kurd bi zimanê kurdî baxifin. Bi salan sîstema Baas ev polîtîka li saziyên xwe piratîkî kir û bandor li ser gelê Kurd kir. Lê belê piştî şoreşa Rojava ya ku bi şoreşa ziman hate pênasekirin, ji bo zimanê kurdî biveje û bi pêş bikevê gelek bedel hatin dayîn.”

Rizgar Mihemed diyar kir ku biryara 13’an a ji aliyê serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şara hatiye derxistin têrê nake û got: “Biryara 13’an heyanî astekî erênî ye lê têrê nake. Divê di destûrê Sûriyeyê de zimanê kurdî fermî were naskirin. Di çarçoveya bendên lihevkirina di navbera QSD`ê û hikumeta demkî de divê li gorî xweseriya herêmên Kurdan di materyalên kurdî de gav bêne avêtin.”

Mihemed behsa têkoşîna gelê Kurd a ji bo zimanê kurdî kir û wiha got: “Gelê Kurd ji bo vejînkirina zimanê Kurdî bi sedê salan têdikoşê. Gelek bedelên mezin dan. Li ser vî bingehî eger zimanê kurdî zagonî neyê naskirin tê wateya polîtîka helandinê ya rejîma Baasê li ser gelê Kurd dayî meşandin, wê bidome. Ji bo Sûriya bibe welatê hemû Sûriyeyan divê bi ruhê demokratîk ji nûve were avakirin.”

Rizgar Mihemed di dawiyê de got: “Em wek mamoste û şagirtên Kurd ên li Rojava bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dixwazin ku zimanê kurdî û meteryalên Rêveberiya Xweser di destûrê Sûriyeyê de fermî werin naskirin.”

ANHA